Li Lubnanê têkildarî digarkirina Efrînê û Berxwedana Serdemê rêzecivîn

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê û binpêkirinên wê yên li dijî sivîlan  li gelek deverên Lubnanê civîn li dar xistin. Bi sedan kurdistanî û dostên wê di civînê de amade bûn.

Li Lubnanê têkildarî digarkirina Efrînê û Berxwedana Serdemê rêzecivîn
Li Lubnanê têkildarî digarkirina Efrînê û Berxwedana Serdemê rêzecivîn
27 ÇILE, 2019   17:06

BEYRÛT

Civîn li herêmên Terablus, , Emişît, El-Dahiye El-Cenûbiyê, El-Bîqa û Bielbek bi beşdarbûna bi sedan Kurdistanî û dostên wê hatin lidarxistin.

Di civînê de endama Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Şervîn Cûdî û nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ebduleselam axivîn.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê û berxwedana gelê Efrînê ya 58 rojan li hemberî çekên giran.

Ebdulselam Ehemd diyar kir ku dagairkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li dijî sivîlên Efrînê û herêmên din ên dagirkirine kiryarên hovane dimeşîne.

Di axaftinan de her wiha berxwedana Parlamaneta HDP‘ê ya ji bo rakirina tecîrda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan hate silavkirin.

(dh)

ANHA