Ji bo kesên destê û lingên xwe winda kirine navendeke alîkariyê vebû

Bi hevkariya Buroya Astengdaran a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê, îro rêxistina Afrînerên Hêviyê, ji bo kesên ku dest û lingê xwe winda kirine naveneke alîkariyê li taxa El-Ferdos a bajarê Reqayê vekir.

Ji bo kesên destê û lingên xwe winda kirine navendeke alîkariyê vebû
27 ÇILE, 2019   16:45

REQA

Rêxistina Afrînerên Hêviyê ya ku di bin banê Meclisa Sivîl a Reqayê de kar dike, ji rêxistinên ku bi dildarî alîkariya kesên astengdar û birîndarên şer dike ye. Rêxistinê ji bo her kesekî ku di şerên li herêmê rû dane de ling an jî destên xwe winda kirine naveneke vekir û ling an jî destên sînayî ji wan re datîne.

Hezar û 400 kes ji herdu zayendan û temenan cuda ku ling an jî destê xwe winda kirin xwe li navendê qeyd kirin. Rêxistinê li gorî derfetên xwe yên heyî dixebite da ku alîkariya wan bikin.

Di navendê de 10 kes di nav de bijîşkên pispor di danîna ling û destên sînayî û bijîşkekî fîzîkî bi dildarî dixeibtin. Navend ji 2 odeyan pêk tê ,dermankirina fîzîkî û ya din ji bo alavên perwerdekirinê ye.

Navenda bi merasîmekê hate vekirin. Di merasîmê de şandeyên ji Meclisa Sivîl a Reqa, Buroya Rêxistinan, Buroya Astengdaran û hejmarek kesên astengdar ên ku aliyên wan hatine qutkirin amade bûn.

Deriya navendê ji hêla zarokên bi navên Umer û Fatme El-Hisên ên ku lingên wan hatibûn qutkirin hate vekirin. Rêxistinê berê ji her du zarokan re lingên çêkerî bi cih kiribûn.

Endamên  Rêxistina Afrînerên Hêviyê Miwefeq Zîb girêdayî mijarê wiha got: "Ji zêdetirî 6 mehan ve em dixebitin da ku em ken li ser rûyê zarokan bibînin. Me bi 3 endaman destpê kir, niha jî bi kedên xwe yên xweser û bi alîkariya Meclisa Sivîl a Reqayê me navendek taybet bo xwe vekir."

Di nav gotinên xwe de Miwefeq Zîb destnîşan kir ku tevahiya rewşên qutkirinê ji tevahiya temenan pêşwazî dikin. Destpêkê cihê hatiye qutkitin sererast dikin da ku aliya çêkerî bi awayekî rast cihê xwe bigire. Miwefeq diyar kir ku wan heta niha 5 kesan re dest an jî ling danîne û wiha pê de çû: "Piştî wê em alîkariya zarokan dikin da ku carek din tev li civakê bibin, xwendina xwe temam bikin û derfetek kar ji kesên mezin re peyda dikin."

Girêdayî plansaziya rêxistinê Miwefeq Zîb wiha domand: "Di hefteya bê de em ê navendekî xwe li herêma El-Cezrat vebikin û di pêşerojê de em hewl didin xwe bighînin tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

(şx)

ANHA