Cenazeyê 3 şehîdan li Reqayê hatin veşartin

Bi tevlêbûna bi sedan welatiyên Reqayê cenazeyê şervanê QSD‘ê Mehmûd Zeria (Xetab) û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Welîd El-Xelef û Şadî El-Hemada li goristana şehîdên Reqayê ya li gundê Hikûmiyê hatin veşartin.

Cenazeyê 3 şehîdan li Reqayê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdan li Reqayê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdan li Reqayê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdan li Reqayê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdan li Reqayê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdan li Reqayê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdan li Reqayê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdan li Reqayê hatin veşartin
27 ÇILE, 2019   17:41

REQA

Welatiyan cenazeyê şehîdê QSD‘ê Mihemed Zeria ku di "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibû û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Welîd El-Xelef û Şadî El-Hemada dema erka xwe pêk dianîn şehîd bibûn, wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan û di gel berzikrina dirûşmeyên bi şehîdan re ber bi goristana gundê Hikûmiyê ve ketin rê.

Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê bi dehan şêniyên gundên Hezîma, Ebara û Hikûmiyê ve hate pêşwazîkirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û turana leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve dest pê kir.

Ji fermandarên QSD‘ê Mehmûd Îdlib axivî û got, "Em di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe, li gel wê Tirkiyê gefên dagirkirina Bakurê Sûriyeyê dixwe. Lê em jê re dibêjin ku me şehîd dane û li hemberî komployên li dijî gelê me, em ê hê jî şehîdan bidin."

Ji fermandarên QSD‘ê Mahir Heleb jî soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê Hena El-Xelef jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got "Em ji dijmin re serî natewîni, em ê saziyên xwe ku bi saya şehîdan hatine vekirin biparêzin. Ji ber ku ne ji wan baya em niha li vir kom nedibûn, em soz didin ku em ê xeta wan bişopînin heta armancên wan pêk bînin."

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Hela El-Hesen nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan li goristana şehîdên Reqayê ya li gundê Hikûmiyê hate veşartin.

(dh)

ANHA