Li Dêrazorê hemleya rêgirtina li ser zewaca di temenê biçûk de

Rêveberiya Jin a Dêrazorê ji bo rêgirtina li ber zewaca di temenê biçûk de hemleyên hişyarkirinê orgenîze dike.

Li Dêrazorê hemleya rêgirtina li ser zewaca di temenê biçûk de
27 ÇILE, 2019   16:03

DÊRAZOR

Ji bo rê li ber zewaca di temenê biçûk de û encamên wê yên xirab li ser jinê û civakê Rêveberiya Jin a Dêrazorê hemleyên hişyarkirinê li ser zirarên zewaca biçûkan orgenîz dike.

Di hemleyê de semîner li ser zirarên zewicandina di temenê biçûk li ser jinan û civakê de têne dayîn.

Hemle li gelek gundan jê El-Kesra, Hemar El-Elî, El-Sewa û Hewayic hate meşandin. Girêdayî mijarê endama rêveber a Meclisa Jin a Dêrazorê Nesrîn El-Elî destnîşan kir ku zewaca di temenê biçûk  de li herêmên wan di dema DAIŞ`ê de gelek belav bûye. Ji ber wê pirsgirkên veqetandina jin û mêrî û parçebûna civakê de zêde bûne.

Hemle dê 3 mehan berdewam e.

(şx)

ANHA