Çalakî bi dawî bûn, lê berxwedan heta rakirina tecrîdê berdewam e

Çalakiya kovedanê ya bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve li Dêrikê hatibû lidarxistin bi dawî bû. Di çalakiyê de hate gotin ku berxwedan berdewam e ta rakirina tecrîdê.

Çalakî bi dawî bûn, lê berxwedan heta rakirina tecrîdê berdewam e
27 ÇILE, 2019   15:48

QAMIŞLO

Yekîtiya jinên Ciwan li Dêrikê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Parlementer Leyle Guev çalakiya konvedanê li dar xistibûn. Di çalakiyê de hezar û 80 îmze ji bo rakirina li dijî Ocalan  hate komkirin.

Çalakî bi xwendina daxuyaniyekê ji aliyê rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Nazlê Dêrik ve bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk a faşîst dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Li hemberî van gefan jin li ber xwe dide û hate gotin "Rihê berxwedana Arîn Mîrkan, Avesta û Barînan û berxwedana têkoşer Leyla Guven a li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û tecrîda li ser Rêber Apo li cîhanê deng veda. Berxwedana zîndanan bûye hêza bingehîn a şoreşê, îro bi rihê zîdana Amedê Leyle Guven rihê berxwedanê nû kir, dagirkeriya Tirkiyê bi volkanan dorpêç bûye, ew jî encama siyaseta wê ya faşist li dijî gelên herêmê ye. "

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta dagirker êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê zêde kirin, li hemberî wê gelê Başûr rabû serhildanan. Her wiha hate diyarkirin ku gelê dê li hemberî faşîsmaya dewleta Tirk çalakiyên xwe mezintir bike.

Jinên ciwan di dawiya daxuyaniyê de gotin " Weke Yekîtiya Jinên Ciwan çalakiya me heya rizgakirina Rêbertî ji girtîgeha faşîzma Tirkiyê û rizgarkirina welêt berdewam e."

Çalakî bi berizkirina dirûşmeyên banga azadiya Ocalan bi dawî bû.

(dh)

ANHA