Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bi hev dikevin

Li navenda bajarê Efrînê di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şer rû dide.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bi hev dikevin
26 ÇILE, 2019   16:08

EFRÎN

Çavkaniyekî xwicehî ji bajarê Efrînê diyar kir ku di giraniya şer li nêzî çarxerêya Kawayê Hesinkar rû dide.

Şer ji saetên nîvo destpê kir û heta niha berdewam e.

Çavkaniyan diyar kirin hin komên çete hebûna çeteyên koma "Ehrar El-Şerqiyê" li Efrînê qebûl nakin û daxwaza derketina wan kirin.

Di dîmenê ku ketî destê me çeteyek "Gel dixwaze rêjîm hilweşe û Şerqiyê derkeve" qîr dike.

Gelek caran di navbera çeteyên Tirkiyê de li herêmên ku dagirkirin li ser parvekirina milkan şer derdikeve.

ANHA