Çaremîn komxebata helbestvan û wêjevanên Tebqayê hate li darxistin

Çaremîn komxebata wêjevan û helbestvanan bi dirûşmeya "Tirkiyê gefên we me natirsîne" li herêma Tebqayê hate lidarxistin.

Çaremîn komxebata helbestvan û wêjevanên Tebqayê hate li darxistin
Çaremîn komxebata helbestvan û wêjevanên Tebqayê hate li darxistin
Çaremîn komxebata helbestvan û wêjevanên Tebqayê hate li darxistin
26 ÇILE, 2019   16:25

TEBQA

Komxebat ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya herêma Tebeqayê hate lidarxistin. Hevserokên Meclisa Zagonsaz a herêma Tebqayê Rewşen Hemê, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Tebqayê Hind El- Elî, Serokê Partiya Sûriye ya Pêşrojê ya şaxê Tebqayê Musena Ebdulkerîm û bi dehan endamên saziyên sivîl, leşkerî û şêniyên bajêr beşdar bûn.

Komxebat bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Rewşen Reşîd axivî, bi xêrhatina beşaran kir û hemû şehîd bi bîr anîn. Rewşen diyar kir ku Komîteya Çand û Hunerê dixebite da ku çand û hunera herêmê zindî bike, nemaze ku di dema dagirkirinê de ji aliyê terorîstan ve hewl dihate dayîn ku tine bike.

Endama Komîteya Amadekar a Yekîtiya Rewşenbîran jî axivî û diyar kir ku di demên pêş de dê gelek çalakiyên çandî û wêjeyî girêdayî çanda herêmê ji aliyê wan ve werin lidarxistin.

Helbestvanên ji Tebqa, Reqa û Dêrazorê yên beşdarbûyî hejimarek ji helbest û çîrokên li ser hezkirina welêt, pîrozbûna axa welêt û li dijî dijmin sekînin, xwendin.

Her wiha diyarî li ser helbstvanên beşdar hatin belavkirin. Di dawiya de stranên gelêrî yên Tebqayê ji aliyê komên Çand û Hunerê ve hatin gotin.

Komîteya Çand û Hunera Tebqayê beriya niha 3 komxebat li herêmê lidar xistin, li El-Cirniyê bakur û rojavayê Tebqayê û El-Mensûra rojhialtê Tebqayê li dar xistin.

(dh)

ANHA