Xwepêşandêran baregehên leşkerên Tirk radestî hêzên Hikumeta Herêmê kirin

Xwepêşandêrên Şêledizê avahî û baregehên leşkerên Tirk radestî hêzên Hikumeta Herêmê kirin û xwe ji herêmê vekêşandi.

Xwepêşandêran baregehên leşkerên Tirk radestî hêzên Hikumeta Herêmê kirin
26 ÇILE, 2019   15:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê Şeladizê ku bi ser baregeha artêşa Tirk de girt û çadir, tang û kelupelên li baregehê şewitandin.

Leşkerên li baregehê jî xwe spartin avahiyan û piştre reviyan. Beriya niha çend kêliyan xwepêşandêran baregeh û avahiyên leşkerên Tirk radestî hêzên Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk di van saetane de gelek bi nizm bi ser Şêledizê re difirin.