Jinên Tebqayê: Em hemû Leyla Guven in

Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi daxuyaniyekê piştgiriya jinên Tebqayê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo berxwedana parlamenter Leyla Guven ragihand.

Jinên Tebqayê: Em hemû Leyla Guven in
26 ÇILE, 2019   13:12

TEBQA

Daxuyanî li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê ji aliyê seroka Komîteya Jinan a Tebqayê Welaa El-Nacî ve bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên sivîl û gelek jinên herêmê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de teqeziya jinên Tebqayê bi dengê têkoşer Leyla Guven ku ev 80 roj e di grevê de ye, hate gotin.

Daxuyaniyê bêdengiya navneteweyî ya li hember kiryarên bêmirovî ku di zindanên Tirkiyê de tên kirin, şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafparêz hate kirin ku bi erka xwe rabin.

Di dawiya daxuyaniyê de soz hat dayîn ku ew ê berxwedana xwe bilind bikin û piştgiriya Leyla Guven bikin û wiha gotin: "Em wek jinên Tebqayê û hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê berxwedana xwe bilind bikin û piştgiriya têkoşer Leyla Guven ku dewlata Tirkiyê tirsand, bikin. Ji vir em ji Leyla Guven û hevalên wê yên têkoşer re dibêjin em ê berxwedana xwe bilind bikin û em ê hemû bibin Leyla Guven."

ANHA