Welatiyên Serêkaniyê: Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin

Bi dirûşma “Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin” bi sedan welatiyên Serêkaniyê daketin qadan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven kir.

Welatiyên Serêkaniyê: Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin
Welatiyên Serêkaniyê: Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin
Welatiyên Serêkaniyê: Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin
Welatiyên Serêkaniyê: Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin
Welatiyên Serêkaniyê: Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin
Welatiyên Serêkaniyê: Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin
26 ÇILE, 2019   13:34
Suzan İraz

HESEKÊ

Greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser RêberêGelê Kurd Abdulah Ocalan, roja xwe ya 80`mîn derbas kir. Welatiyên Serêkaniyê ji bo piştgiriya Leyla Guven îro daketin qadan û xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan li pêşiya Mala Gel a bajarê Serêkaniyê dest pê kir. Xwepêşandêran wêneyên Ocalan û yên Leyla Guven hildan û pankartên bi nivîsên “Em soz didin ku sîstema Îmraliyê bişikînin û bi serok Ocalan re azad bijîn” û “Bê serok jiyan nabe” vekirin.

Beşdarên xwepêşandanê li qada şehîdan kom bûn û piştî rêzgirtinê ji rêveberên Kongreya Star Jiyan Hisên û endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Idrîs Hac Hisên axivîn.

Di axaftinan de çalakî û berxwedana Leyla Guven û hemû berxwedêrên zindanan hate silavkirin. Her wiha di axaftinan de bal kişandin ser gefên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelên herêmê û hate gotin ku gelên herêmê dê li dijî van siyasetan li ber xwe bidin û têkoşîna xwe dewam bikin heta ku tecrîda li ser Ocalan rakin.

Di axaftinan de hate gotin ku berxwedana Leyla Guven û hevalên wê ya ji bo jiyana birûmet û azad dê bi ser bikeve, her wiha diyar kirin ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê berxwedana xwe dewam bikin û ew dikarin armancên xwe pêk bînin.

Xwepşandana welatiyên Serêkaniyê bi dirûşmên piştgiriya berxwedana Leyla Guven û hevalên wê bi dawî bû.

(br/k)

ANHA