Jinên Minbicê destek da Leyla Guven

Jin û şêniyên bajarê Minbicê bi armanca destekdayîna çalakiya Leyla Guven meşek li dar xist. Jinan diyar kir ku çalakiya Leyla Guven çalakiyeke mirovî ye, ne çalakiyeke siyasî ye.

Jinên Minbicê destek da Leyla Guven
Jinên Minbicê destek da Leyla Guven
Jinên Minbicê destek da Leyla Guven
Jinên Minbicê destek da Leyla Guven
Jinên Minbicê destek da Leyla Guven
Jinên Minbicê destek da Leyla Guven
Jinên Minbicê destek da Leyla Guven
Jinên Minbicê destek da Leyla Guven
26 ÇILE, 2019   13:08

MINBIC

Jinên bajarê Minbicê û gundewarên wê bi armanca destekdayîna çalakiya parlementer Leyla Guven meşek li dar xist. Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê tev li meşê bûn. Meş ji ber Nexweşxaneya Firat dest pê kir û ber bi qada giştî ya bajêr ve çû. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Bi berxwedana Leyla Guven em ê dîwarên girtîgehan hilweşînin, dest bi dest ji bo em dagirkeriya Tirkiyê tune bikin", wêneyên parlamenter Leyla Guven, alên Meclisa Jinan û ala Yekitiya Jinên Ciwan hatin hildan.

Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Leyla Guven, berxwedana jinên azad û yên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê û binpêkirinên wan li dijî gelan, hatin berzkirin.

Meş li qada giştî ya bajar veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi navê Meclisa Jinên Bajarê Minbicê û Gundewarên Wê ji rêveberên Meclisa Jinan Nadiya Milhim axivî. Nadiya destnîşan kir ku dîroka jinan tijî berxwedan û serkeftin e, efsaneyên dîrokî nivîsandin, her tim têkoşînê dikin.

Nadiya di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Îro dîrok teqez dike ku berxwedana jinan berdewam dike. Tu carî berxwedana wan nesekiniye. Leyla Guven çirûska azadiyê bi destê xwe girtiye û rêya hemû jinên cîhanê ber bi azadiyê ve ronî dike. Leyal Guven ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku heger kesên mîna wê hebin tu carî armancên desthilatdaran pêk nayên."

Her wiha bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber Şehrîban Derwîş axivî û teqez kir ku destekdayîna jinên Minbicê moralê dide Leyla Guven û wiha pê de çû: "Em îro ji bo destekdayîna çalakiya Leyla Guven ku ji tevahî cîhanê re têkoşîna jinan îsbat kir, kom bûne."

Şehrîban di dawiyê de wiha anî ziman: "Dema ku Leyla Guven biryar da ku dest bi greva birçîbûnê bike, wê ne ji bo şexsê xwe dest bi grevê kir lê belê ji bo binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî mafên mirovan diyar bike."

Paşê bi navê Yekitiya Jinên Ciwan ji rêveberên yekitiyê Esmaa Mihemed destnîşan kir ku berxwedana Leyla Guven hemû cîhan neçar kir ku destekê bidê çalakiya wê û ji bêdengiya xwe derkeve. Esmaa soz da ku ew ê destekê bidin çalakiya Leyla Guven û teqez kir ku divê bi çavên mirovî li çalakiya wê binêre ne bi çavên siyasî.

Di dawiyê de bang li NY`yê û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku sînor ji binpêkirinên hikûmeta Erdogan re deynin.

ANHA