Cenazeyên du sivîlên ku li Dêralukê hatin qetilkirin hatin dîtin

Cenazeyên du sivîlên ku 6 roj beriya niha ji bajaroka Hetutê yê girêdayî Dêralukê, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin hatin dîtin û ber bi bajarok ve hatin bi rêkirin.

Cenazeyên du sivîlên ku li Dêralukê hatin qetilkirin hatin dîtin
25 ÇILE, 2019   15:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyên bi navê Ziyad Hecî Zêro û Bextiyar Hesen 6 roj beriya niha bi armanca ku li zevî û baxên xwe binêrin, ji bajaroka (komelgeh) Hetutê derketin û çûn gundê xwe ku navê wî jî dîsa Hetûtê ye. Li wir dibin hedefa balafirên şer ên dewleta Tirk û herdu tên qetilkirin.

Cenazeyên wan di bin enqeza şikeftê de mabûn. Piştî lêgerînê cenazeyên wan hatin dîtin û ber bi bajaroka Hetutê ve hatin rêkirin.