Serlêdana hevdîtina bi malbatan re dîsa hate redkirin

Serlêdana duh a bi Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ya ji bo hevdîtina bi Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê re hate redkirin.

Serlêdana hevdîtina bi malbatan re dîsa hate redkirin
25 ÇILE, 2019   15:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana ji bo hevdîtina ya xwişk û birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ên bi rêya parêzern serlêdan kiribûn red kir.

Daxwaza hevdîtinê ya malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konak û Veysel Aktaş ji aliyê heman dozgeriyê ve hat redkirin.