QSD‘ê 600 sivîlên din ji çeteyan rizgar kirin

Şervanên QSD‘ê 600 sivîlên din ji çeteyan rizgar kirin û ew derxistin deverên bi ewle. Her wiha hejmarek din a malbatên çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî şervanên QSD‘ê kirin. 

QSD‘ê 600 sivîlên din ji çeteyan rizgar kirin
QSD‘ê 600 sivîlên din ji çeteyan rizgar kirin
QSD‘ê 600 sivîlên din ji çeteyan rizgar kirin
QSD‘ê 600 sivîlên din ji çeteyan rizgar kirin
QSD‘ê 600 sivîlên din ji çeteyan rizgar kirin
QSD‘ê 600 sivîlên din ji çeteyan rizgar kirin
25 ÇILE, 2019   15:58

DÊRAZOR

Şervanên QSD‘ê yên di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de pêşde diçin hin deverên din û sivîl ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

Nûçegihanên me yên ku pêngavê dişopînin diyar kirin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştî ku rê ji mayînên çeteyan paqij kirin 600 sivîlên din ji herêmên Baxoz û gundê Meraşidê rizgar kirin.

Nûçegihanan diyar kirin ku şervanên QSD‘ê sivîl derxistin deverên bi ewle û pêwîstiyên wan bi cih anîn.

Nûçegihanên me her wiha ragihandin ku li eniya Baxozê  hejmareke malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên biyanî xwe radestî QSD‘ê kirin.

Şerê li herêmê berdewam e.

ANHA