Rojevên çapemeniya erebî yên îro

Wezîra artêşê ya Fransayê  Florence Parly got Amerîka di mijara vekişîna ji Sûriyê de garantiya ewlehiya Kurdan li ber çavan digire. Li aliyekî din lûtkeya Ereban qelsiya herêma Ereban li dijî ajandeyên derve yên Îsraîl, Îran û Tirkiyê nîşan da.

Rojevên çapemeniya erebî yên îro
21 ÇILE, 2019   10:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro der barê êrîşên Îsraîlê yên li dijî Sûriyê, protestoyên Sûdan û Iraqê, lûtkeya Ereban a aborî û têkiliyên Tirkiyê û Amerîkayê de nivîsîn.

El-Şerq El-Ewset: Li Şamê teqîn û êrîşên Îsraîlê li dijî balafirgehê

Di mijara Sûriyê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: “Duh li Şamê teqînek pêk hat, tevî ku qurbanî çênebûn jî lê ev nîşane yeku êdî Şam ne ewle ye. Ragihandina fermî got ku teqîn bê ziyan bû, lê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku kuştî û birîndar jî hene.

Li aliyekî din 4 balafirên Îsraîlê êrîşî balafirgeheke li Şamê kir, hêzên parastina asmanî jî bersiv da. Li gorî ragihandina Rûsyayê di êrîşê de tu ziyan çênebûn.”

El-Ereb: Parîs piştgiriya “vekişîneke bipile” ji Sûriyê dike

Der barê vekişîna Amerîkayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Wezîra artêşê ya Fransayê Florence Parly diyar kiri ku piştgiriya biryara Amerîkayê ya “bipile” ji Sûriyê dike û da zanîn ku hêzên hevpeymanê dikarin ji Iraqê li dijî DAIŞ`ê êrîşan pêk bînin.

Florence Parly wiha dewam kir: “Eger rewş bi vî awayî biçe ev nûçeyeke baş e. Şerê li dijî DAIŞ`ê bi dawî nebûye.”

Her wiha Parly behsa mijara garantiyên ji bo Kurdan jî kir ku mijara duyemîn der barê hevparên Amerîkayê de ye ku ji bo Kurdan garantiyên ewlehiyê hebin û wiha got: “Hevalbendê me Amerîka niha bi awayekî eşkere mijara garantiyên parastina Kurdan dinirxîne.”

El-Şerq El-Ewset: Ebdilmehdî serdana Mûsilê kir û berpirsyarên wê paşguh kirin

Di mijara Iraqê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha got: “Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî duh çû parêzgeha Mûsilê ya başûr ku li wir xwepêşandan dewam dikin. Ebdilmehdî bêyî ku haya berpirsên herêmê jê hebe çû bajêr û bi berpirsyaran re ne civiya.”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Li gorî daxuyaniya buroya ragihandinê ya Ebdilhemdî di serdanê de kar û xebatên hin saziyan hatin şopandin, mîna projeyên avê, kanalîzasyon, stasyonên elektrîkê. Her wiha amadekariyên pêkanîna pêdiviyên welatiyan a di mijara elektrîkê de.”

El-Ereb: Serokê Sûdanê tevgerên îsyanê bi kuştina sivîlan tawanbar kirin

Di mijara Sûdanê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Serokê Sûdanê Umer El-Beşîr roja yekşemê hin “sîxur” û tevgerên çekdar bi kuştina xwepêşandêran tawanbar kirin û got ku armanc ew e li welêt fitneyê derxin.”

El-Beşîr li herêma El-Kirêda li parêzgeha Elnîl Elebyed li başûrê welêt, ji hin mirîdên terîqetên sofiyan re axivî û wiha got: “Hin sîxur bi hinceta xwepêşandanan deran dişewitînin, ew xwepêşandêran dikujin.”

Li gorî rojnameyê El-Beşîr wiha dewam kir: “Armanca van kesan ew e ku tevliheviyê bikin, wekî çawa hin welatên mîna Sûriyê, Iraq, Yemen û Lîbyayê bi destê xelkên wê wêran bûn, li Sûdanê jî wiha bikin. Ev welatê we ye, pêşeroj a we ye, eger welatê me mîna welatên din bibe em ê bi ku de herin? Em ê bibin penaber? Na em ê li vir bimirin. Hûn razî ne ku herin başûrê Sûdanê û Etiyopyayê yan Çadê û li kampên penaberan bijîn? Paşê efendî jî werin xwarina li ber destên xwe bidin we?”

El-Şerq El-Ewset: Benjamin Netanyahu têkiliya bi Çadê re mîna gaveke dîrokî dibîne

Di mijara Îsraîlê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: “Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku welatê wî pêngaveke dîrokî avêtiye ku bi Çadê re têkiliyên diplomatîk dîsa dest pê kirin, piştî ku serdana Çadê kir.”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Netanyahu di civîneke çapemeniyê de bi serokê Çadê Idrîs Dîbî re got “Em îro radigihînin ku têkiliyên me yên dîplomasî bi Çadê re dîsa dest pê kirin, ev di encama kar û xebatên salên derbasbûyî de pêk hatiye. Em dîrokê çêdikin, em Îsraîlê veguherînin hêzeke cîhanî.” Netanyahu beriya serdanê gotibû ew ê serdana “hin dewletên îslamî yên mezin bike” û armanca serdanê jî “di hêla dîplomasiyê de pêngavên dîrokî biavêjin.”

El-Ereb: Lûtkeya Ereban a aborî ji Lubnanê ziyan bû

Der barê lûtkeya aborî ya erebî de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Dîmenê lûtkeya aborî ya Ereban a çaremîn ku li paytexta Lubnan Bêrûtê hate lidarxistin, rewşa parçebûna di sîstema Ereban de nîşan da, ev rewş der barê qelsiya herêma Ereban de gelek pirsan derdixe pêş, bi taybet li hember ajandeyên derve yên mîna Îsraîl, Tirkiyê û Îranê.”

Ji lîderên Ereban serokê Lubnanê Mîşel Ewn, mîrê Qeterê Temîm bin Hemed Al Sanî, serokê Morîtanyayê Mihemed Wild Ebdilezîz beşdarî lûtkeyê bûn, welatên din di asta serokwezîran beşdar bûn, her wiha Sûriyê ji ber bi awayekî fermî ji aliyê Yekitiya Ereban ve nehate vexwendin beşdar nebû.”

Çavdêrên siyasî ji rojnameyê re got “Lûtke ji Lubnanê ziyan bû, ne tenê ji ber ku lîderên Ereban beşdar nebûn, her wiha ji ber piştgiriya ku Lubnanê ji bo avakirina hikûmeta xwe dixwest nedît, her wiha lûtkeyê parçebûn û qelsiya rewşa hundirîn a Lubnanê jî eşkere kir.”

El-Ereb: Di navbera Enqere û Washingtonê de konsolxaneyê sîxurî kir

Di mijra têkiliyên Amerîka û Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Dozgerê giştî yê Tirkiyê ji bo qusulekî Amerîkayê ku li Stenbolê sîxurî kiriye, cezayê zindanê xwest, ev yek dibe ku di navbera Enqere û Washingtonê de aloziya dîplomasî kûrtir bike.”

Li gorî ronameya Hurriyetê ya nêzî hikûmetê û televîzyona TRT`ê ya fermî, dozgerê Tirkiyê konsol Metin Topuz bi sixurî û berhevkirina agahiyên “siyasî û leşkerî” û hewldana derbeyê li dijî komarê tawanbar kiriye.

Topuz di Cotmeha 2017`an de bi tawana girêdana bi Fethulah Gulen ve hatiye girtin. Girtina Topuz di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de aloziyeke diplomasî çêkir.”

(k)