Li Şedadê teqîn: Zererên madî hene

Îro di saetên sibehê de erebeyek bombebarkirî benda kontrolê ya Hêzên Ewlehiya Hundrîn a herêma Şedadê kir hedef. Li gor agahiyên destpêkê zererên madî hene.

Li Şedadê teqîn: Zererên madî hene
Li Şedadê teqîn: Zererên madî hene
Li Şedadê teqîn: Zererên madî hene
Li Şedadê teqîn: Zererên madî hene
Li Şedadê teqîn: Zererên madî hene
21 ÇILE, 2019   10:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêma Şedadê ragihand, îro di saetên sibehê de erebeyek bombebarkirî ji marka Hondayê, benda kontrolê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a deriyê veguhestinê ya li cem Pira 47’an a bajarokê Şedadê ye kir hedef. Xwekujê ku erebeya bombebarkirî diajot piştî ku endamên hêzên Ewlehiya Hundrîn pê hisiyan û xwestin wî bisekinînin, xwe teqand.

Li gorî agahiyên destpêkê ku di encama teqînê de tenê zererên madî di erebeyên li nêzî cihê teqînê de çêbûne.

(bx/bm)

ANHA