Îran: Em ji bo şerê tunekirina Îsraîlê amade ne

Rojnameya The Jerusalem Post got ku fermandarê hêzên asmanî yê Îranê îro diyar kiriye ku welatê wî ji bo şerê li dijî Îsraîlê amade ye û dê pêşî li êrîşên Îsraîlê bigire.

Îran: Em ji bo şerê tunekirina Îsraîlê amade ne
21 ÇILE, 2019   10:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Îsraîlê The Jerusalem Post li ser zimanê çavkaniyên ragihandinê nivisî ku fermandarê hêzên asmanî yê Îranê Ezîz Nasirzade îro gotiye “Em ji bo şerê dawîn li dijî Îsraîlê amade ne, ev şer dê dawiya Îsraîlê bîne.”

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan li dijî baregehên leşkerî yên Feyleq El-Quds li Sûriyê êrîşek pêk anî, êrîş li dijî depoyên çekan, cihên îstixbaratê û kampên perwerdeyê pêk hat.

(k)