Li Reqayê kanalên avdanê tên sererastkirin

Komîteya Avdan û Çandiniyê ji bo geşkirina çandiniyê, kanalên avdanê yên jimare 7 û 9  aktîf dike. Wê kanalên 7 û 9, berfirehiya 3 hezar û 560 hektar ji zeviyên gundewarên Reqayê av bide.

Li Reqayê kanalên avdanê tên sererastkirin
Li Reqayê kanalên avdanê tên sererastkirin
Li Reqayê kanalên avdanê tên sererastkirin
Li Reqayê kanalên avdanê tên sererastkirin
20 ÇILE, 2019   09:29

RÛBA El-Elî/ REQA

Her cihê ku çeteyên DAIŞ’ê dagirkirin, wêrankirin û talankirin li pişt xwe hêlan. Herêma Reqayê jî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû talankirin, piştî ku Reqa ji aliyê QSD’ê ve hat rizgarkirin wêrakirina DAIŞ’ê derket ber çavan. DAIŞ’ê alavên avdana zeviyên gundewarên Reqayê jî talan kiribûn. Komîteya Avdan û Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê, ji bo geşkirina çandiniyê kanalên avdanê yên ku çeteyên DAIŞ’ê talan kirîn, aktîf dikin. Komîteyê hevkariya Rêxistina İnma kanala jimare 7 hat sererastkirin. Ev kanala 7, 1200 hektar zeviyên gundê El- Kalta ku dikeve gundewarên bakurê Reqayê av dide.

Heman demê de komîteyê kanala 9 jî sererast dike. Kanala 9, 2360 hektar zeviyên gundê Marûde ku dikeve gundewarên bakur û rojhilatê Reqayê av bide.

Çavdêrê projeyê Tirkî El- Muşrîf diyar kir, projeya sererastkirina kanalan hêviyekê dide cotkaran ku tevahiya zeviyên gundewarên Reqayê bên avdan.

Tirkî destnîşan kir ku armanc ew e ku çandiniya Reqayê geş bibe û rewşa cotkaran pêş bikeve, dê sererastkirina kanala 9’an di 60 rojî de bi dawî bibe.

(dh/bm)

ANHA