Teqîna Şamê li nêzî yek ji navendên ewlehiyê pêk hat

Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand, teqîna ku îro di saetên sibêhê de li peytexta Sûriyê Şamê, nêzî yek ji navendên girêdayî îstixbaratên leşkerî li herêma El-Mutehilq a başûr, çêbûye.

Teqîna Şamê li nêzî yek ji navendên ewlehiyê pêk hat
20 ÇILE, 2019   09:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku îro di saetên sibêhê de teqînek li paytexa Sûriyê Şamê pêk hat. Teqîn li herêma El-Mutehliq a başûrê bajêr, nêzî yek ji navendên girêdayî îstixbarata leşkerî pêk hat. Heman demê de di dema teqînê de gulebaran jî pêk hat.

Navendê destnîşan kir ku heta niha nehatiye diyarkirin ku teqîn ji ber mayînekê yan jî ji ber erebeyeke bombebarkirî kesayetên ewlehiyê yên rejîmê kirine henef. Her wiha hat diyar kirin ku di encama teqînê de kuştî û birîndar hene û hêzên rêjîma Sûriyê herêma ku teqîn lê çêbûye dorpêç kirine û çend rêyên ku diçin herêmê girtine.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku çeteyên Cebhet El-Nusra yekemîn êrîşa xwekuj li Sûriyê 23’ê Kanûna 2011’an de li herêma Kefer Sûsê pêk hatibû.

(bx/bm)