Li Efrînê kiryarên dagirkeran: Ji ber ku Kurd bû fermana kuştina wî dan

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundiyê bi navê Mistefa Xelîl dagir kir, ew bû şahidê gelek binpêkirinan. Ji ber ku ew Kurd bû, fermana kuştina wî dan, lê ji bo agahiyan bide wan ew nekuştin.

Li Efrînê kiryarên dagirkeran: Ji ber ku Kurd bû fermana kuştina wî dan
20 ÇILE, 2019   08:29

ŞERVÎN MISTEFA – XANDÎ ELO / EFRÎN

Li Efrînê gelek kiryarên dizî û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin belgekirin. Şêniyê bi navê  Mistefa Xelîl Qasim (65) ê ji gundê Qornê yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê jî yek ji qurbaniyên binpêkirin û diziya dagirkeriya Tirk e.

Mistafa Xelîl serpêhatiya xwe wiha vegot: “Ez û hevalê xwe li gund bûn, balafirên şer rojhilatê gund bi dijwarî bombebaran dikir. Wê rojê topbaran û bombebaran ranewestiya.”

Kelûpelên taybet û pere dizîn

Xelîl dibêje dema wan xwest ji gund derkevin çeteyan gund dagir kiribû, lê wan nizanibû gund hatiye dagirkirin û wiha pê de çû: “Em di rê de rastî çeteyan hatin. Ez girtim. Ji bo pereyan ez kontrol kirim. 10 hezarên Sûrî, nasname û nasnameya min a ajokariyê ji min standin.”

 ‘Ji ber ku ez Kurd bûm, fermana kuştina min dan’

Xelîl serpêhatiya xwe wiha domand: “Çeteyan ez bi darê zorê birim meydana gund. Serokê wan li wir rûniştî bû. Hinek çeteyên din jî hatin. Ji wan çeteyên ku ez girtibûm, pirsîn ‘ev kî ye?’ Wan jî got ev Kurd e. Piştî wê ji min pirsîn, min jî got ez Kurd im. Wê demê fermana kuştina min dan. Yek ji wan derket û got, ‘Dest ji vî berdin. Jixwe temenê wî mezin e, wê di demeke din de pêwîst bike.’”

Xelîl diyar kir, pişt ew birin û berê xwe dan cihek ne diyar û wiha pê de çû: “Dema em di ber gund re derbas bûn, min dît bi tank û çekên giran ketibûn gund. Dema em gihiştin gund çeteyekî destê min berda. Armanca wan ew bû, ez birevim û ew jî min bikujin. Lê ez bi awayek normal meşiyam. Piştî ku fêmkirin ez narevim dîsa ez girtim.”

Der barê nuqteyên şervanên YPG`ê de lêkolîn kirin

Xelîl wiha qala lêpirsîna ku lê kirine, kir: “Pirsa şervanên YPG û YPJ’ê ji min kirin. Gotin ew bi ku ve çûne, nuqteyên wan li ku bûn? Min got wan, min got ez şivan im. ez tu tiştî nizanim, wêneyên Fîdan Doxan, Leyla Şaylemez û Sakîne Cansiz  pêşî min kirin, min got ez wan nas nakim, piştre wêne qetandin. Çeteyek bi motorekî hat û ez li pişt xwe siwar kirim. Çeteyek bi wî re bû, jê pirsî ‘çima tu vî bi xwe re dibî’. Wî jî got ‘ez ê wî ji bo lêpirsînê bibin cem Ebû Hesen.”

Şeveke sar û bênivîn qedand

Xelîl serpêhatiya xwe wiha domand: “Dema tarî ket erdê ez birim malekî. Du kesên temen mezin jî li wir girtibûn. Dema gustîlk di tiliya min de dîtin ew ji min standin.

Ji kesa temen mezin a di malê de li ser Asayîş, YPG û YPJ’ê pirs kirin. Wê jî got ew li çiyan dimîne û ew nizane çi dibe. Piştre jê geriyan. Bû şev, serma bû, em qerisîn û nivîn nebûn.”

 ‘Şervanan gund rizgar kirin lê çeteyan tevahî mal talan kiribûn‘

Xelîl got: “Bi şefeqê re şervanên YPG û YPJ’ê gund rizgar kirin. Lê heya wê demê çeteyan gund bi tevahî talan kiribûn. Tu tişt nehiştibûn. Çeteyan dixwest min bi xwe re bibin. Lê ji ber ku min nedikarî bimeşîma dest ji min berdan. Di 24 saetan de tu tişt di gund de nehiştibûn.”

(dh/bm)

ANHA