Hiso: Armanca “herêma ewle” dagirkirina herêmên aram e

Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê bi axaftinan berdewam dike. Xerîb Hiso di konferansê de axivî û diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji “herêma ewle” dagirkirina herêmên aram ên Bakurê Sûriyê ye.

Hiso: Armanca “herêma ewle” dagirkirina herêmên aram e
Hiso: Armanca “herêma ewle” dagirkirina herêmên aram e
Hiso: Armanca “herêma ewle” dagirkirina herêmên aram e
19 ÇILE, 2019   12:26

KOBANÊ

Konferansa sêyemîn a Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê bi axaftinan berdewam dike. Axaftina vekirinê ji aliyê rêvebera Yekitiya Rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sariya Mihemed ve hat kirin.

Di konferansê de hevserokê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demoratîk (TEV- DEM)  Xerîb Hiso axivî. Xerîb Hiso konferans pîroz kir û wiha got: “Em bi hêvî ne ku ev konferans bibe wesîleya serkeftin û aramiyê û ji hemû cîhanê re bibe bersiv ku heger bi pênûsa me mabe em ê dîsa li hember dijmin bisekinin.”

Xerîb Hiso li ser xwesteka dewleta Tirk a ji bo “herêma ewle” wiha axivî: “Dagirkeriya Tirk dibêje em ê herêmeke aram çêkin, em vê bi tu awayan napejirînin. Ji ber ku armanca vê biryarê dagirkirina herêmên me yên aram in. Ji me re dibêjin bila sîwana siyasî yek be lê ya leşkerî 2 bin, lê em tu carî vî tiştî qebûl nakin ji ber ku em dizanin wê ev tişt di pêşerojê de ji bo me bi xeternak be. Li hember van gavên dagirkeriyê îradeya me xurt e.”

Xerîb di dawiya axaftina xwe de bang kir ku hemû gel û hemû netewe bibin yek û yekitiya gelan were avakirin da ku Sûriyeyeke nenavendî were avakirin.

Her wiha hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Kontona Kobanê Xebat Findê jî wiha got: “Armanca me ji lidarxistina vê konferansê ew e ku em karibin hîn zêdetir huner û rewşenbîriya xwe bi pêş bixin û em ji hemû cîhanê re bidin xuyakirin ku bi pênûsa rewşenbîran jî mabe, em ê bi ser bikevin."

Konferans didome.

ANHA