HPG’ê li Serhedê çalakî pêk anî

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li dijî qereqola gundê Axûrî ya navçeya Îdir Başanê çalakî li dar xistin.

HPG’ê li Serhedê çalakî pêk anî
19 ÇILE, 2019   12:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyand ku di 18’ê Çileyê de hêzên wan li herêma Serhedê çalakiyek pêk anî e.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serkeftina Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhadê çalakiyên xwe didomînin. Di roja 18’ê Çileyê saet 16:30’an li dijî leşkerên li kûleyê ya ku ewlehiya  qereqola Axûrî ya navçeya Îdirê Başanê, digirtin, çalakiyek kirin.

Hêzên me gule li kûle û leşkerên li kûleyê reşandin. Di encama çalakiyê de çend leşker hatin kuştin û çend birîndar bûn, diyar nebû.

Artêşa TC'ê ya dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran bi rasthatinî li qadê reşand.”