Sersaxî ji malbata şehîd Maşoq Qenas re hat xwestin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şervanê QSD`ê Maşoq Qenas re xwest ku di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûye.

19 ÇILE, 2019   12:38

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo duh cenazeyê şervanê QSD`ê Maşoq Qenas (Gelhat)  ku 15`ê Çileyê di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kir. 

Îro jî bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê berê xwe da konê sersaxiyê yê ku li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Saroxan hatiye vedan û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Nûnerên saziyên sivîl, şervanên YPJ/YPG`ê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û endamên saziyên ewlehiyê tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî Emer, bi navê hevjînên şehîdan Fatma Casim, bi navê PYD`ê ya bajarokê El-Tenûriyê û taxa Enteriyê Mesûd Ferhan û Haşim Şiwêş axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û hat destnîşankirin ku şervanên YPJ/YPG û QSD`ê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê biparêzin, canê xwe feda dikin û efsaneyên dîrokî dinivîsin.

Her wiha hate diyarkirin ku xaka herêmê bi saya xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin û tu carî derfet nadin tu kesî ku bihostek ji xaka wan a pîroz dagir bikin.

Her wiha bi navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn fermandar Êrîş Qamişlo, bi navê YPG`ê Omerî Qamişlo axivîn. Fermandaran teqez kir ku dewletên dagirker êrîşî hêzên wan dikin û armanca wan ji vê yekê ku gelê herêmê tune bikin û xaka herêmê dagir bikin, lê bawerî û hêza gel dê hemû planên dijmin pûç bike.

Wê sersaxî heta saetên êvarê bidome.

(bx/bm)

ANHA