Bi hezaran şehîdên QSD‘ê Weyso û Şiyar oxir kirin

Bi hezaran xelkên herêma Firatê û Minbicê cenazeyê şervanên QSD‘ê  Weyso Faris û Şiyar Piling li goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê spartin axê.

Bi hezaran şehîdên QSD‘ê Weyso û Şiyar oxir kirin
Bi hezaran şehîdên QSD‘ê Weyso û Şiyar oxir kirin
Bi hezaran şehîdên QSD‘ê Weyso û Şiyar oxir kirin
Bi hezaran şehîdên QSD‘ê Weyso û Şiyar oxir kirin
18 ÇILE, 2019   16:10

KOBANÊ

Şervanên QSD‘ê yên girêdayî Komîteya Ewlehî û Têkiliyan ya Weyso Faris (Cûdî Kobanê) û Şiyar Hemze (Şiyar Pilind) e ku bi koalîsyonê re dixebitîn, ji bo erka xwe çûbûn Minbicê di 16’ê Çileya 2019‘an bajarê Minbicê di encama teqînê de şehîd bûn.

Îro bi hezaran welatiyên herêma Firatê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk a Kantona Kobanê û Rêveberiya Sivîl a Minbicê, endamên saziyên sivîl, şervanên Melcisa Leşkerî ya Minbicê û şervanên QSD‘ê  cenazeyê herdu şehîdan li goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê veşartin.

Ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hatine girtin û ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê merasîma leşkerî pêk hat.

Paşê Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen axivî û got: "Bi saya şehîdan em li welatê bi azadî û rumetî dijîn û me êrîşên hovane şikandin, lê pêwîste em destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şibilî jî axivî û anî ziman ku êrîşa hovane bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê hate kirin.

Ferhad Şibilî destnîşan kir ku ew herêmên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin bernadin û nahêlin ku ji aliyê Tirkiyê ve were dagirkirin.

Nasnameyê herdu şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şervanên QSD‘ê cenazeyê şehîdan hilgirtin û bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" spartin axê.

ANHA