QSD: Du şervanên me di teqîna li Minbicê de şehîd bûn

QSD‘ê ragihandin ku şervanên Cûdî Kobanê û Şiyar Piling di teqîna 16‘ê Çileyê de ya li bajarê Minbicê şehîd bûn.

QSD: Du şervanên me di teqîna li Minbicê de şehîd bûn
18 ÇILE, 2019   15:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekî nasnameya du şervanên xwe ku di teqîna li bajarê Minbicê de şehîd bibûn eşkere kir û ji malbatên wan re sersaxî xwest.

Daxuyanî wiha ye;

"Em weke Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji sala 2015’an vir ve li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi lidarxistina pêngavên leşkerî şer û berxwedanekî bê hempa dimeşînin. Xeleka dawî ya van pêngavan, Şerê Tunekirina Terorê ya li herêma dawî ya di bin dagirkeriya DAIŞ’ê, Hecîn’ê ber bi dawîbûnê ve dimeşe. Rêxistina terorî ya DAIŞ’ê ku li Rojava û Bakurê Sûriyê de ber bi tunebuyînê ve ye, ji bo ku li vê herêmê hebûna xwe bidomîne bi rêbazên dervê hiquqê şer û êrîşên xwekuj ku sivîlan hedef digre pêk tîne.

Di dîroka 16’ê Çileyê saet 12:38’an de li kolana Sindisê, ber deriyê xwaringeha Qesir El Umeraa ya bajarê Minbicê ji aliyê terorîstekê DAIŞ’ê êrîşeke xwekuj hat lidar xistin. Di vê êrîşê de 9 sivîl, 2 leşkerên Amerîkî, pêwirdarek ewlehiyê yê taybet û xebtatkarekî Wezareta Parastinê ya DYE; herwiha 2 şervanên me ku girêdayî Komîteya Ewlehî û Têkiliyan e û bi koalîsyonê re dixebitîn û ji bo erka xwe li herêmê bûn, şehîd ketin.

Nasnameyên şervanên me yên şehîd ketin wiha ye;

Nasnav: Cûdî Kobanê

Nav û Paşnav: Weyso Faris

Navê Dayikê: Zehra

Navê Bav: Salih

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 16’ê Çileya 2019

**********

Nasnav: Şiyar Piling

Nav û Paşnav: Şiyar Hemze

Navê Dayikê: Helîme

Navê Bav: Salih

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 16’ê Çileya 2019

Em serî de ji malbatên şehîdên me, malbatên sivîlan, malbatên leşkerên Amerîkî re ku di vê êrîşê de şehîd ketine re û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Her çiqas armanca van êrîşan astengkirina têkoşîna me ya li dijî teror û terorîzme hewildana gav paşde avêtin be jî, berovajî wê emê têkoşîna xwe ya li dijî her cûre teror û terorîzmê bi biryardarî bidomînin û em careke din teqez dikin ku heya bêbandorkirina terorîstê dawî jî emê têkoşîna berdewam bikin."