Lavrov: Tevî tîfaqan Cebhet El-Nusra herêma bêçek binpê dike

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov got, tevî tifaqan jî Cebhet El-Nusra herêma bêçek li Idlibê binpê dike.

Lavrov: Tevî tîfaqan Cebhet El-Nusra herêma bêçek binpê dike
18 ÇILE, 2019   16:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov li ge hempîşeyê xwe yê Almaniyayê Haikou Mas re civîneke çapemeniyê li dar xist. Lavrov got, rexmî tîfaqa wan a bi Tirkiyê re, Cebhet El-Nusra 70 ji sedî ji xala Idlibê kontrol kir û herêma bêçek li Idlibê binpê kir.

Di 17’ê Îlonê de serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimir Putin hevpeymanek li ser herêmeke bêçek çêkir ku ji parêzgehên Lazqiyê, Heleb, Idlib û Hemayê pêk tê.

Li gorî hevpeymanê diviyabû ku Tirkiye heta 10’ê Cotmehê çekên giran ji destê çeteyên li wan herêman bigire û heta 15’ê mehê çeteyan ji wir derxistibana. Lê Tirkiye di pêkanîna sozên xwe de bi bin ket.

Bi destpêkirina sala 2019`an re çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê ku di lîsteya terorê de ye) dest bi kontrolkirina herêmên nû li Idlibê kir, bi vê yekê zêdetirî ji sedî 75 parêzgeh kontrol kiriye û li wir noqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê di herêmên Cebhet El-Nusra de hene.

(jo)