Li Şedadê 5 şehîd hatin oxirkirin

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyên 5 şehîdên QSD`ê oxir kirin û her wiha nasnameyên 4 şehîdan din jî hatin eşkerekirin.

Li Şedadê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şedadê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şedadê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şedadê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şedadê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şedadê 5 şehîd hatin oxirkirin
17 ÇILE, 2019   11:46

HESEKÊ

Şêniyê Şedadê ya navçeya Hesekê cenazeyên şehîd Ehmed El-Ibrahîm (Ceber Şedadê), Xelef Ebdullah (Rezan), Xalid El-Kirk (Lorans), Şûjaî El-Mesleh (Ûdeyî) û Hemed El-Emleh (Ûdeyî) ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajara Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê, şervanên YPG`ê û YPJ`ê toraneke leşkerî li dar xist, paşê bi navê YPG`ê fermamdar Elî Şedadê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Şehîdên me ji bo rizgarkirina şêniyan ji zilmê rcanê xwe da. Bi saya lehengiya ku şervanên me pêk tînin, hinek maye çeteyên DAIŞ`ê di cihê xwe yê dawîn de tune bibin."

Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Nacî Necûm sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û teqez kir ku şehîd find in û rêya pêşeroja wan ronî dikin.

Her wiha navên 4 şervanan Mehmûd El-Mihsîn (Îsa), Merwan El-Berîş (Edî), Mihemed El-Nezal (El-Qaqa) û Ehmed Xelef (El-Zahif) hatin eşkerekirin.

Paşê wesîqetên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiya merasîmê de di nava tilîliyên dayikan de şehîd spartin axê.

ANHA