Rêveberiya Xweser banga serhildanê li dijî dagirkeran kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî salvegera yekemîn a êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê li ser kantona Efrînê daxuyanî da û banga serhildanê li dijî dagirkeriyê kir.

Rêveberiya Xweser banga serhildanê li dijî dagirkeran kir
17 ÇILE, 2019   11:32

GIRÊ SPÎ

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo salvegera yekemîn a êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 20`ê Çileyê salvegera yekemîn a êrîşên li ser herêma Efrînê ye, şêniyên Efrînê ji dagirkeran re bûn hedef û herêma Efrînê hate dagirkirin û veguherî navenda terorê.

Her wiha hate destnîşankirin ku sîstema desthilatdar a faşîst a Tirkiyê artêşa xwe û bi hezaran çeteyên xwe li ser sînorê Efrînê bi cih kirin, Efrîn bi awayekî hovane topbaran kirin. Armanca dagirkeran, projeya neteweya demokrtîk têk bibin û aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got dagirkeran siyaseta koçberkirinê, guhertina demografîk û tirkkirinê pêk anî û bi deh hezaran şêniyên Efrînê neçarî koçberiyê kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de bi hezaran sivîl û şervanên ku li dijî êrîşên dagirkeran sekinînin şehîd bûn û darên zeytûnan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin birîn. Meclisê destnîşan kir ku sîstema Tirkiyê hewl dide projeya xwe ya dagirkirinê berfireh bike û ji ber wê gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Meclisê got divê rêveberiyên xweser bi hemû meclisên xwe li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û gefên wê serî hildin.

Di dawiyê de meclisê bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû eşîr û saziyên civaka sivîl kir ku li dijî dewleta Tirk a dagirker bi yekdestî bisekinin, her wiha bang li hemû  her kesî kir ku tev li xwepêşandanên ku 20`ê Çileyê li hemû bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin lidarxistin, bibin.

(bx)

ANHA