"Tarîtiya zindanan, azadîxwazan ji rêya têkoşîn û berxwedanê qut nake"

Buroya Karûbarên Jinan a Partiya Komunîst a Lubnanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo Leyla Guven û hemû tevgerên jinan ên rizgarkirina gelan diyar kir.

"Tarîtiya zindanan, azadîxwazan ji rêya têkoşîn û berxwedanê qut nake"
17 ÇILE, 2019   12:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Karûbarên Jinan a Partiya Komunîst a Lubnanê daxuyaniyek da û diyar kir ku tarîtiya zindanan azadîxwazan ji rêya wan a dewamkirina têkoşînê qut nake û piştgiriya xwe ji bo Leyla Guven diyar kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Hezar silav ji hevala têkoşer Leyla Guven û girtiyên hêzên çepgir ên Tirk û Kurd li zindanên Tirkiyê re. Di çarçoveya nerînên me yên parastina mafnasan û azadîxwazan û piştgiriya bi dozên rizgarkirina gelan de, Buroya Karûbarên Jinan a Partiya Komunîst a Lubnanê piştgiriya xwe bi têkoşîna jinan di hemû tevgerên rizgariya gelan re dide diyar kirin, zilma zindanan, azadîxwazan ji rêya tekoşîn û berxwedanê qut nake.

Ji vir em bang li hemû parlamenterên cîhanê dikin ku tev bigerin û parastina jina Kurd li zindanên Tirkiyê Leyla Guven bikin û daxwaza wê pêk bînin, her wiha hemû girtiyên siyasî, di serî de têkoşer Abdullah Ocalan, azad bikin.

Em hemû piştgiriyê didin qîrîna Leyla Guven.

Em bi tundî kiryarên rejîma Tirkiyê yên der heqê gelê Kurd ê têkoşer de şermezar dikin."

(jo)