PDKS û Partiya Aştiyê banga KNK’ê erê kir

Komîteya KNK-Rojava serdana PDKS û Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê kir. Di çarçoveya nîqaşên banga komîteye de her du partiyan piştgirî da xebatên KNK-Rojava û helwesta xwe li dijî parçebûna partiyên Kurd diyar kir.

PDKS û Partiya Aştiyê banga KNK’ê erê kir
PDKS û Partiya Aştiyê banga KNK’ê erê kir
PDKS û Partiya Aştiyê banga KNK’ê erê kir
16 ÇILE, 2019   11:45

QAMIŞLO

Bi însiyatîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)-Rojava bi armanca avakirina yekitiya Kurd û pêşîgirtina li xetereyên ku hebûna gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê dike hedef, komîteyek ji 5 endamên KNK-Rojava ku bi hemû partiyên Kurd re bikevin nava têkiliyan, hate avakirin.

Komîteya KNK-Rojava di çarçoveya kar û xebatên yekitiyê de got partiyên neruxsetkirî dikarin buroyên xwe li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê vekin.

Komîteya KNK-Rojava ji endamê Meclisa Rûspiyên Dêrikê Şêx Sînan Ehmed, serokê Yekitiya Nivîskarên Sûriyê Dilawer Zengî, endamên Desteya Rêveber a KNK’ê Ebdulkerîm Umer, Derya Remadan û mamosteyê Zanîngeha Rojava Silêman Ilyas pêk tê.

Komîteya KNK-Rojava di çarçoveya kar û xebatên nîqaşên li gel partiyên siyasî de, heta niha serdana Koalîsyona Kurdî li Sûriyê (Hevbendî), Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê, Kombûna Partiyên Demokrat ên Çepgir ên Kurd li Sûriyê (KDÇK) kir. Îro jî Komîteya KNK-Rojava serdana Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS) kir. Van partiyan piştgirî da banga KNK-Rojava lê heta niha Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê têkildarî civînê tu biryar hîn jî nedane.

Îro saet di 10:00`an de Komîteya KNK-Rojava serdana navenda Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê û saet di 11.30’an de jî serdana Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê kir.

Komîte ji aliyê hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed, berpirsên ciwanan ên partiyê Ehmed Îbrahîm û Xîmet Ehmed ve hatin pêşwazîkirin. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

‘Berjewendiyên siyasî êdî bidin aliyêkî û banga gel guhdar bikin’

Encamnameya civînê hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed ji ajansa me re parve kir. Telal Mihemed diyar kir ku civîn bi êrenî derbas bû û dê bi kêfxweşî di yekitiya gelê Kurd de cih bigirin. Telal Mihemed ev tişt anî ziman: “Dijminên gelê Kurd ne dijminên yek partiyê ne. Kurd hemû di bin gefên dewleta Tirk de ne. Ev qonaxa ku em tê re derbas dibin, gelekî hesas e. Divê tevgera siyasî ya kurdî xwe kom bike. Bi yek nêrînê em hemû pirsgirêk û êrîşan têk bibin. Gel banga yekitiyê dike û bila partiyên siyasî daxwaza gel pêk bînin. Heta dawiyê em ê piştgiriyê bidin KNK’ê. Partiyên ku tev li yekitiya Kurd nebin berpirsyariya dîrokê wê rakin. Berjewendiyên siyasî êdî bidin aliyêkî, banga gel guhdar bikin. Nîqaşa civînê bi erênî bû û em ê di yekitiyê de cih bigirin.”

Piştî serdana Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, KNK-Rojava serdana Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS) jî kir.

Komîte ji aliyê sekretêrê giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî,  Şukrî Hemo, Hisên Darî û Ehmet Osman hat pêşwazîkirin. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

‘Kesên ku îro li dijî projeyê ne, bila ji hembêzan derkevin’

Piştî civînê sekretêrê giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî ji ajansa me re diyar kir ku banga yekitiyê erê kirin û wiha axivî: “Dem ne dema pirsgirêkên navxweyî ye. Pêwîstoya gelê Kurd bi yekîtiyê heye. Kesên ku îro li dijî projeyê ne, bila ji hembezan derkevin. Li dijî tunekirin û parçekirina gelê Kurd li ber xwe bidin û piştgiriyê bidin yekitiyê. Gel êdî parçebûnê û berjewendiyên partiyan qabûl nake. Em jî piştgiriya vê gava pîroz dikin û em ê destekê bidin komîteyê. ”

Xebatên KNK-Rojava têkildarî serdana partiyên siyasî  û nîqaşan dê dewam bikin. Her wiha roja şemiyê KNK-Rojava dê serdana Partiya Biratî (Teaxî) bike.

ANHA