Li Minbicê şehîd û birîndarên sivîl hene

Li gorî agahiyên despêkê ku nûçegihanê me ragihand, di encama teqîna ku li Minbicê pêk hatî de deh sivîl şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.

Li Minbicê şehîd û birîndarên sivîl hene
16 ÇILE, 2019   11:47

MINBIC

Li gorî nûçegihanê me ji Minbicê ragihand, beriya niha li pêşiya xwaringeha Qeser El-Umeraa li kolana Sindis a navnda bajarê Minbicê teqîneke pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê ku nûçegihanê me ragihand, di encama teqînê de deh sivîl şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.

Nûçegihanê me teqez kir ku 4 leşkerên Amerîkayê ku ew jî li cihê teqînê bûn, nehat zanîn ku birîndar an jî jiyana xwe ji dest dane. Leşkerên Amerîka bi Helîkopterê ji cihê teqînê hatin rakirin.

Nûçegihanê me diyar kir ku birîndar ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneya bajarê Minbicê.

(bx/bm)

ANHA