Di çapemeniya erebî de mijarên îro

Çavdêrên siyasî dibêjin mijara çêkirina herêma tampon ku Amerîkayê pêşniyar kiriye gog avêtiye qada Rûsyayê û Tirkiye bêyî erêkirina Rûsyayê nikare vê herêmê çêke. Li aliyekî din Urdin dê mêvandariya aliyên Yemenê bike, parlemana Brîtanyayê jî peymana derketina ji Yekitiya Ewropayê neperjirand.

Di çapemeniya erebî de mijarên îro
16 ÇILE, 2019   11:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê îro hehsa tevgera Amerîka û Tirkiyê ya der barê rewşa Sûriyê de kir, her wiha mijara hevdîtinên Yemenê, protestoyên Fransayê jî di rojevê de bûn.

El-Ereb: Trump hêviyên Enqereyê yên herêma tampon zindî dike

Rojnameya El-Ereb têkildarî mijara tevgera Tirkiye û Amarîkayê ya li Sûriyê wiha nivîsî: "Washington ji nişka ve çêkirina herêma tampn (herêma ewle) li bakurê Sûriyê pejirand. Pirsa tê kirin ev e; gelo ev hewldana Trump bi armanca mijûlkirina Tirkiyê ye, yan ji bo vekişandikeke ewle ye?

Ji dema serokê berê yê Amerîkayê Obama ve, Tirkiyê mijara herêma tampon ji bîr kiribû, bawer nedikir ku dê Amerîka vê mijarê bipejirîne, lê Trump ev hêvî careke din li ba Tirkan zindî kir. Tirkan jî got ew amade ne vê pêşniyarê pêk bînin û ji Washington û hevalbendên xwe yên koalîsyona li dijî DAIŞ`ê alîkariya lojîstîk û pereyan xwest."

Rojnameyê wiha dewam kir: "Çavkaniyên dîplomatîk dibêjin Trump bi vê hewldanê dixwaze ji bo vekişîna hêzên xwe yên li Bakurê Sûriyê rewşeke ewle peyda bike her wiha lihevhatineke ku Yekîneyên Parastina Gel ên Kurd ku hevkarên Washingtonê ne û li gorî Enqereyê şaxeke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku Tirkiye wek terorîst nas dike, biparêze. Her wiha Tirkiye jî di mijara parastina ewlehiya wê de razî bike.

Hin çavkaniyên diplomatîk di wê gumanê de ne ku Trump goga "herêma tampon" avêt qada Rûsyayê da ku vê carê Rûsya nepejirîne. Ew dibêjin mijar dê bi helwesta Rûsyayê xuya bibe, serokê Tirkiyê jî hewl dide erêkirina Rûsyayê bistîne, ji ber ku hemû kilîtên dosyaya Sûriyê di destê Rûsyayê de ne û bêyî wê mijara herêma tampon nayê pejirandin."

El-Heyat: El-Muellîm bi Pedersen re aloziyê gotûbêj dike

Rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: "Wezîrê karên deve yê rejîma Sûriyê Welîd El-Muellîm duh bi şandêrê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen re ku cara pêşî ye tê Şamê, hewldanên çareseriya siyasî ya sloziya Sûriyê gotûbêj kirin. Wezareta Karên Derve li ser malpera xwe ya Facebookê eşkere kir ku El-Muellîm duh nîvro bi Pedersen re civiyaye, di hevdîtinê de hewldanên çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê gotûbêj kirine."

El-Ereb: Artêşa Lîbyayê li başûrê welêt tevgera leşkerî da destpêkirin

El-Ereb di mijara Lîbyayê de wiha nivîsand: "Artêşa Lîbyayê bi fermandariya mareşal Xelîfe Hefter li başûrê welêt tevgereke leşkerî ji bo rizgarkirina herêmê ji terorîstan da destpêkirin. Ev tevger dide nîşandan ku rêveberiya leşkerî ya Lîbyayê dixwaze vê herêma ku bûye qada çalakiyên terorîstan û bazirganiya mirovan, rizgar bike. Hêzên çekdar ên Lîbyayê ketin bajarê Sebhayê ku mezintirîn bajarê herêma Fezan a başûrê Lîbyayê ye. Di vê navberê de çavkaniyên nêzî komên terorîst diyar kir ku hin fermandarên van koman ber bi herêmên bakur û rojava ve direvin.

El-Heyat: Urdun mêvandariya tora duyemîn a hevdîtinên aliyên Yemenê dike

Der barê geşedanên li Yemenê de rojnamye El-Heyat wiha nivîsî: "Hikûmeta Urdinê ragihand ku wê daxwaznameya Neteweyên Yekbûyî pejirandiye û dê mêvandariya civîna di navbera aliyên Yemenê (hikûmeta rewa û milîsên Hûsiyan) de der barê hevpeymana berdana girtiyan de bike. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Urdunê Sufyan El-Qadî di daxuyaniyekê de duh wiha got: "Wezaretê daxwaza buroya şandeyê Neteweyên Yekbûyî ji bo Yemenê pejirand û dê mêvandariya civîna di navbera nûnerên hikûmeta Yemenê û Hûsiyan de bike."

El-Quds El-Erebî: Filistînî amadekariya daxwaza endamtiya mayînde ya Neteweyên Yekbûyî dikin

Di mijara Filistînê de rojnameya El-Quds El-Erebî wiha nivîsî: "Filistînî xwe amade dikin ku pêşniyarnameyekê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bikin û daxwaza endamtiya mayînde bikin, tevî ku Amerîka dê vê daxwazê nepejirîne.

Filistîn wek endamê çavdêr di Neteweyên Yekbûyî de cih digire, eger karibin endamtiya mayînde bistînin ev tê wateya ku dewleta wan hatiye naskirin. Lê çi dewlet bixwaze ku bibe endamê Neteweyên Yekbûyî pêwîst e destpêkê erêkirina Meclisa Ewlehiyê bistîne, li wir jî mafê Amerîkayê yê vetoyê heye."

El-Heyat: Macron giliyên fransiyan guhdar dike

Di mijara protestoyên Fransayê de rojnameya El-Heyat wiha dinivîse: "Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo tevgera Êlekzeran sar bike, duh gotûbêjeke berfireh li asta neteweyî dest pê kir. Ev gotûbêj dê li herêma Gran Prtrod a rojavayê welêt dest pê bike. Hêjayî gotinê ye ku rêveberiya herêmî duh bi zagonekê xwepêşandan qedexe kir. Macron duh bi serokên şaredariyên bajarên herêmê re civiya, wan jî giliyên welatiyên herêmê vegotin, her wiha ji bo gotûbêjê 600 berpirsyar hatine vexwendin."

El-Ereb: Tirkiye ji bo piştgiriya Îxwanan hewl dide bikeve qada Yemenê

Di mijara Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Serdana cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Îsmail Çatakli bo Yemenê bê pirs derbas nebû, pirs tê kirin ka Tirkiye dixwaze çi lîstikê li qada Yemenê bike. Tirkiye ji 4 salan ve li dijî Hûsiyan alîkariya hikumeta rewa ya Yemenê nekiriye û rola wê jî nêzî ya Qeterê ye ku naxwaze hewldanên Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Siûdiyê bi ser bikeve.

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Hin derdorên siyasî yên Yemenê Tirkiyê bi piştgiriya aliyekî Yemenê tawanber dikin, ew jî Îxwan El-Muslîmîn ên Partiya El-Islah in ku Tirkiye gelek rêvebirên wan dihewîne û ji wan re alavên ragihandinê peyda dike û ew jî bi wan alavan êrîşî hin dewletên Erebî dikin, yek ji wan jî çalakvan Tewekil Kereman e ku bi helwestên xwe yên li dijî hemû dijberên Îxwanan tê naskirin."

 El-Şerq El-Ewset: Parlemana Brîtanyayê vekişîna ji Yekitiya Ewropayê nepejirand

Di mijara vekişîna Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê de (Brexit) rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî:  "Dengdana ku li parlemana Brîtanyayê pêk hat, mijara vekişîna Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê vegerand nuqteya sifrê, ji bo hikûmeta Theresa May jî binketineke mezin bû û êdî çarenûsa hikûmetê di metirsiyê de ye."

Parlemana Brîtanyayê duh bi piraniya 432 dengan beramberî 202 dengan hevpeymana bi Yekitiya Ewropayê re nepejirand. Ev jî rê li pêşiya gelek senaryoyan vedike. Dibe ku hevdîtinên bi Brukselê re ji nû ve dest pê bikin, an ji hevpeymanê derkevin an jî referandûmeke nû çêbe û dema vekişînê ku 29 Adarê ye, bê derengxistin."

(k)