Dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê çi nekiriye?

Dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê li Efrînê qanûnên navdewletî binpê dikin. Piştî 18’ê Adara sala borî şêniyên Efrînê koç kirin û rewşên dizîn, revandin, kuştin û qirkirinê roj bi roj zêdetir dibin.

16 ÇILE, 2019   09:36

CEFER CAFO / EFRÎN

Artêşa dewleta Tirk di  20’ê meha Çileyê ya sala borî de dest bi êrîşê kir, bi armanca dagirkirina Efrînê piştî 2 mehan ji bombebarana asmanî, êrîşa bejahî û xerakirina  gundewarên Efrînê. Artêşa Tirk û çeteyên wê di 18’ê meha Adara sala borî de Efrîn dagir kir.

Gelê Efrînê bi darê zorê ji malê xwe hatin koçkirin, lê zirar ne tenê di koçkirinê de bû. Gelek zarok rastî seqetiyên laşî hatin. Zarokê bi navê Cuma Ebdilqadir jî zirar ji çavên xwe dît û ev yek jî hovîtiya Tirkiyê îsbat dike. Ev seqetî çîroka koçkirina 300 hezar şêniyan ji gelê Efrînê li gelek deverên cuda di Sûriyê de belav bûne, îfade dike.

Hin çavdêr dibînin armanca Tirkiyê valakirina Efrînê ji gelê wê yê resen e. Hin çavkanî dibêjin şêniyên Efrînê ji sedî 10 Kurd in, lê belê berê ji sedî 90 bû. Her wiha çavkanî teqez dikin ku niha piraniya şêniyên herêmnê  Xûta û Derayê li Efrînê hatine bicihkirin. Guhertina demografîk û komkujî ji hev cuda nabe, projeya dûrxistin û qutkirina mirovan ji axa xwe, ji kuştinê xirabtir e.

Li ser esasê guhertina demografîk û koçkirina gelê resen ê herêmê, Tirkiyê 40 hezar malbet ji Xûtaya Rojhilat û gundewarên Hema, Himsê û ji hinek bajarên din li Efrînê bi cih kirin.

Çavkaniyên ji Idilbê diyar kir ku li ser esasê hevpeymana ku di navbera çeteyên El-Nusra û başûrê Idlibê de hezar kes ji çeteyên Ehrar El-Şam bi malbetên xwe re berê xwe daye Efrînê.

Tevî wê dagirkeriya Tirkiyê, navên gundan ji kurdî veguherandin tirkî, wekî Qestela Miqdad kirin Silcoq Obasî, Kotana kirin Zahir Obasî û Kurzêlê kirin Cefer Obasî.

Ne tenê guhertina demografîk çêdibe, tevî wê revandin, îşkencekirin û kuştin rojane li Efrînê çêdibin, ji ber vê gelek sivîlên Efrînê çarenûsa wan ne diyar e.

Di 18’ê Adarê anku roja dagirkirina Efrînê de dagirkeriya Tirkiyê peykerê sembola Kurdan  Kawayê Hesinkar wêran kir, mal û dikanên bazirganan talan kirin. Hin çavkanî dibêjin heya niha kelûpelên malên efrîniyan li sûkên Ezaz, Bab û Cerablusê têne firotin.

Ji bilî wê jî wêrankirina ziyaretgehan û şûnwaran wekî Girê Endarê yê şûnwarên ji hezar salan ve dihewandin, berdewam dike.

Li  gorî qanûnên navdewletî bi hêzê nabe talankirin û desteserkirina milkên taybet werin birin, ev dibe sûc, her wiha nabe ku destkeftî bi hincetên leşkerî werin wêrankirin. Lê Tirkiye van kiryaran hemûyan wekî talankirin û dizîn, heya roja îro jî dike.

Dagirkeriya Tirkiyê hemû kiryarên me gotine bes nedîtine, her wiha Dibistana Şehîd Dilsoz a rojavayê Cindirêsê, veguhest navendeke leşkerî û ala Tirkiyê li ser hat rakirin û Dibistana Şehîd Ronahî li Cindirêsê veguhest nexweşxaneyekê ji çeteyên xwe re û Dibistana Şehîd Ezîme veguhest navendeke îstixbaratê.

Li ser rewşa dibistanan hêjayî gotinê ye ku dagirkeriya Tirkiyê zimanê kurdî li dibsitanan qedexe kir û zimanê tirkî li ser şêniyên Efrînê ferz kir û ala Tirkiyê û wêneyên Erdogan li ser dibistanan rakirine.

ANHA