Siyasetmedarê ereb: Tirkiye aştî û aramiyê çênake

Siyasetmendarê ereb Hisên Osman, der barê pêşniyara serokê Amerîkayê Donald Trump a çêkirina “herêmeke ewle” û îdiayên Tirkiyê de ku dê “herêma ewle” bi rê ve bibe, axivî û wiha got: “Tirkiye nikare ewlehî û aştiyê li cihê ku dagir dike bi cih bike, pêşniyarên bêyî gelê Sûriyê têkbirina desthilatdariya Sûriyê ne û nayên qebûlkirin.”

Siyasetmedarê ereb: Tirkiye aştî û aramiyê çênake
16 ÇILE, 2019   09:46

MINBIC

Der barê mijara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê û çêkirina “herêma ewle” de, endamê Desteya Rêveber di Koalîsyona Neteweyî ya Demokratîk li Sûriyê Hisên Osman ji ajansa me re axivî.

Osman îdiaya ku Tirkiye berpirsyariya vê herêmê bike wiha nirxand: “Hin daxuyaniyên dewleta Tirk hene ku îdia dikin dê berpiryariya vê “herêma ewle” bike. Yê ku belengaziya tiştekî li gel wî, nikare wê tiştê bide. Tirkiye nikare li cihekî ku dagir kiriye ewlehî û aştiyê pêk bîne. Herêmên Cerablus û Idlib ên dagirkirî mînaka vê yekê ne, ew herêmên ku herî zêde tê de tevlihevî û binpêkirin çêdibin.”

Osman destnîşan kir ku daxuyaniyên Tirkiyê yên der barê birêvebirina herêmeke ewle de cureyeke ji îdiayên Tirkiyê ne ku hewl dide ewlehî û îstîqrara li herêmên ku çeteyên DAIŞ`ê lê hatin tunekirin, têk bibe. Osman got ku Tirkiye xeyal dike ku çeteyên xwe bixe herêmên ewle û ew herêm di bin desthilata Tirkiyê de bin.

“Herêma ewle” a ku Tirkiye qalê dike, tenê reklamek e’

Osman diyar kir ku ew hêvî dike rewşa heyî destpêka guhertinek rastî be û wiha got: “Ji bo parastina hemû aliyên li Sûriyê û ji bo em ber bi çareseriyeke Sûrî- Sûrî ve biçin divê piştgiriya însiyatîfa MSD’ê bikin. Ji ber ku însiyatîfa MSD’ê, deriyekî nû vekir ku hemû gefên dagirkirinê yên li dijî xaka Bakurê Sûriyê bên sekinandin. “Herêma ewle” ku Tirkiye qalê dike, tenê reklameke ragihandinê ye. Divê her kes ji vê mijarê re hişyar be û li pey van xapînokên Tirkiyê nekeve.”

Osman li ser reşpelika qanûna navneteweyî ku di Hevpeymana Viyanayê de hatibû erêkirin, wiha axivî: “Nabe tu dewlet destwerdana dewleteke din û biryarên wê bike. Ji bo wê ne ji heqê Tirkiyê ye ku destwerdana çarenûsa gelên Sûriyê bike, dê gelên Sûriyê bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin."

‘Amerîka ne ji bo çarenûsa gelê Sûriyê, ji bo bi DAIŞ’ê re şer bike hat Sûriyê’

Hisên Osman gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Amerîka û koalîsyon hatin ku şerê DAIŞ`ê bikin, ew nehatin ku çarenûsa gelê Sûriyê diyar bikin. Tu mafê wan jî tune ye, hemû belge û zagonên navneteweyî li ser dewletan teqez dikin ku nabe destwerdana di karê hundirîn de bê kirin. Amerîka pêşniyaran dike bêyî ku nêrîna gelên Sûriyê bigirin. Amerîka girîngiyê nade nerîna gelên Sûriyê, ev yek jî binpêkirineke mezin e. Gelên Sûriyê û rêveberiya Sûriyê vê yekê qebûl nakin.”

(jo/bm)

ANHA