Şaredariya Girê Spî tevî rewşa hewa ya nebaş xizmetê didomîne

Şaredariya bajarokê Girê Spî plana 2019’an amade kir û bi sersalê re dest pê kir. Şaredarî tevî rewşa hawa ya nebaş jî hewl dide karê xizmetguzariyê bi pêş bixe.

Şaredariya Girê Spî tevî rewşa hewa ya nebaş xizmetê didomîne
Şaredariya Girê Spî tevî rewşa hewa ya nebaş xizmetê didomîne
Şaredariya Girê Spî tevî rewşa hewa ya nebaş xizmetê didomîne
Şaredariya Girê Spî tevî rewşa hewa ya nebaş xizmetê didomîne
Şaredariya Girê Spî tevî rewşa hewa ya nebaş xizmetê didomîne
16 ÇILE, 2019   08:49

IBRAHÎM EHMED / GIRÊ SPÎ

Tevî derfetên kêm û rewşa hewa ya nebaş Şaredariya Gel a Girê Spî karê xizmetê ji şêniyên bajêr re pêşkêş dike ji bo ku xizmetguzariyê bi pêş bixe û zora zivistanê li ser şêniyan sivik bike.

Hevserokê Buroya Fenî ya Şaredariyê Gel a Girê Spî Mistefa Bozo plansaziya sala 2019’an û karên niha dikin ji ajansa me ANHA’yê re eşkere kirin.

Projeyên kanalîzasyonên bajêr

Mistefa Bozo li ser projeya kanalîzasyonê wiha got: “Îsal dê kanalîzasyona taxa Ebû Kirayê bê sererastkirin. Dê 30 milyon lîre lê here. Dê kanalîzasoyna taxê bi dirêjahiya 500 metre û boriya firehiya wê 60 mîlîmetre were çêkirin. Dê xebat di 10 rojan de temam bibe.

Bozo wiha pê de çû: “Piştî ew bi dawî bû, em ê li taxa El-Kerîmo dest pê bikin, ev proje gelekî girîng e, ji ber ku zexta li ser kanalîzasyonên bajêr kêm dike.”

Her wiha Mistefa Bozo destnîşan kir ku projeyeke din a kanalîzasyonan li taxa El-Cisir bi dirêjahiya 200 metre dewam dike.

Projeya sererastkirina rêyan bi kevirên şikandî

Mistefa Bozo got ku dema kanalîzasyon hatin çêkirin, rêyên ku xirab dibin dê bi kevirên şikandî çêkin.

Şaredariya Gel dê rêyên Taxa Şehîd Sadiq sererast bike, ji ber ku kolanên wê ne baş in, lê rewşa hewa derfetê nade ku şaredarî dest bi kar bike. Ji ber vê yekê şaredarî li benda rewşa hawa ye ku baş bibe da ku dest pê bike.

Sererastkirina cihên giştî de berdewam dike

Şaredariyê plana karê sererastkirina parkên Girê Spî wek parka El-Dira ya Derî, Zemîn û şebekeya avê bi dawî kirine.

Her wiha karê sererastkirina parka Newroz berdewam e, heta niha sûr û avakirina dikeya Cejna Newrozê ya parkê hatiye amadekirin.

(bm)

ANHA