‘Berxwedana me heta şikandina tecrîdê berdewam e’

Şêniyên navçeya Tirbespiyê teqez kir ku çalakiyên wan ên bi armanca şikandina tecrîda li ser Ocalan berdewam in û got vîna jinên azad polîtîkayên desthilatdaran têk birin.

‘Berxwedana me heta şikandina tecrîdê berdewam e’
16 ÇILE, 2019   07:36

XRÊNAS REMO - KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Piştî 3 salan ji tecrîdê birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mihemed Ocalan roja Şemiya borî  serdana wî li girtîgeha Îmraliyê  kir. Hevdîtina birayê Ocalan kêfxweşî xist dilê pêkhateyên herêmê, lê şêniyan teqez kir ku ev serdan berxwedana wan bi dawî nake û heya tecrîd bi giştî ranebe û Ocalan azad nebe, dê çalakî berdewam bin.

Ebdulrehîm Hiso destnîşan kir ku serdana dawîn kêfxweşî û dilşadî li gel pêkhateyên Tirbespiyê çêkir, li gorî nêrîna wî, ew ne bes e û wiha got: " Divê hîn bi hêztir çalakî berdewam bikin, ji ber ku dewleta Tirk hewl dide bi serdanê gelên azad bê deng bike."

Hiso wiha berdewam kir û got: "Ocalan bi fikr û felsefeya xwe sembola gelên Rojhilata Navîn e, çi qas dewleta Tirk hewl bide bi siyasetên xwe gelên herêmê bixapîne, dê têk biçe, ji ber pêkhateyên herêmê êdî tu gavan dê şûnde neavêjin."

Sîham Ebas El-Berho ya ji pêkhateya Ereb destnîşan kir ku hevgirtina pêkhateyan ku bi saya fikr û felsefeya Ocalan pêk hatiye, siyasetên Erdogan têk birin û wiha axivî: "Dê gelên herêmê li ser soza xwe bin û têkoşîna xwe dewam bikin heta Ocalan azad bikin, siyaseta Erdogan têk biçin."

Xaliya Eyûb ji aliyê xwe ve ji ber saxlemiya tenduristiya Ocalan kêfxweşiya xwe anî ziman û ev tişt got: "Ev gav ji bo me wekî ya destpêkê ye ji bo berdewamkirina çalakiyên li dijî tecrîda li ser Ocalan. Serdan encama îradeya jinên azad û têkoşîna Leyla Guven û piştgiriya bi hezaran kesan li tevahî cîhanê ji bo çalakiyê pêk hat."

Di dawiyê de Xaliya bang li tevahî gelan kir ku berxwedana li dijî siyasetên dewleta Tirk a hewl dide vîna gelên herêmê têk bibe, bisekinînin û daxwaz kir ku çalakiyên ji bo rizgarkirina gelan zêdetir bikin.

(dh)

ANHA