Ebîr Hesaf: Divê partiyên siyasî tev li însiyatîfê bibin

Sekretera Partiya Lîberal a Kurdistanê Ebîr Hesaf wiha got: "Êdî tu hincetên hindekan neman. Eger li gel partiyên siyasî hesteke welatparêzî hebe, dê tev li yekitiya neteweyî bibin û li hember êrîşan û xetereyan bisekinin. Derî vekirî ne û dem, kar û hevgirtinê ji me dixwaze."

Ebîr Hesaf: Divê partiyên siyasî tev li însiyatîfê bibin
16 ÇILE, 2019   07:28

EHMED SEMÎR - SILAVA EBDULREHMAN / QAMIŞLO

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) komîteyek ji 5 endaman ava kiribû. Erka vê komîteyê ew e ku bi tevahiya partiyên siyasî yên Kurd re bê îstîsna di çarçoveya yekrêziya refa Kurd de tê bigihîje. Ev bang rastî kêfxweşiya gelêrî li Rojava û Bakurê Sûriyê hat. Lê hîna jî hindek partiyên Kurd di helwestên xwe de ne zelal in.

Girêdayî mijarê sekretera Partiya Lîberal a Kurdistanê Ebîr Hesaf ji ajansa me re axivî û girêdayî însiyatîfa KNK girîngiya hevdîtinan û helwesta hindek partiyên siyasî yên Kurd nêrînên xwe derbirandin.

Di destpêka axaftina xwe de Ebîr destnîşan kir ku bi destpêkirina aloziya Sûriyê re partiyên siyasî yên Kurd dema ku yekrêziya refa Kurd dihat xwestin, ji ber pirsgirêk û nakokiyan ji hev dûr ketin. Ev nakokî bandoreke neyînî li kolana Kurdî dike.

Têkildarî nêrînên wan ji bo însiyatîfa kongreya neteweyî ya Kurdistanê Ebîr wiha got: "Ji ber aloziya siyasî û nakokiya domdar di dirêjahiya 8 salan de hêzên herêmî û navdewletî mudaxeleya Sûriyê kir. Gelek alî dixwazin li ser hesabê hebûna me siyastên xwe li Sûriyê bimeşînin. Her aliyek hewl dide me bikişîne gel xwe hate ku em berjewendiyên wan li herêmê biparêzin."

Ebîr wiha domand: "Tevî wê jî Tirkiye gefa êrîşan li herêmên me dixwe. Ev jî girîngiya însiyatîfa kongreya neteweyî ji bo avakirina yekitiya Kurd tekez dike."

Di berdewama gotinên xwe de Ebîr însiyatîfa kongreyê bi gaveke pîroz û hewldanên kongreyê ji bo amadekirina hawîrdoreke guncaw da ku tevgera siyasî kom bike û pirsgirêkên wan çareser bike, bi gavên gelek baş wesifand.

Her wiha Ebîr diyar kir ku gefên Tirkiyê li dijî herêmê di radeya yekemîn de projeya demokratîk a ku li herêmê bi serkêşiya Kurdan tê birêvebirin, armanc dike. Ebîr tekez kir ku armanca Tirkiyê herêmên di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ne ji ber ku ew dijminahiya gelê Kurd dike û wan red dike.

Di dirêjahiya gotinên xwe de Ebîr bang li gelê Kurd, partiyên siyasî, rêxistin, sazî û desteyên Kurd kir ku li hember êrîşan yekrêziya xwe ava bikin û ji bo rê li wan êrîşan bigirin, bixebitin. Her wiha Ebîr bal kişand ku ji bo parastina derkeftiyên ku bi saya fedakariyan hatine bidestxistin ji tevgera siyasî yekitiya nêrînê tê xwestin.

Girêdayî nezelalbûna helwesta hindek partiyan li hermber însiyatîfa kongreyê Ebîr ev tişt anî ziman: "Demekê berê KNK bi partiyên siyasî hemûya re bê îstîsna civiya da ku kongreya neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin. Di civînê de diyar bû ku hindek partî hincetan dibînin da ku tev li kongreyê nebin."

Ebîr wiha li gotinên xwe zêde kir: "Partiyên siyasî hebûna girtiyan li girtîgehan û buroyên girtî hincet girtin. Lê niha rewş cuda ye, ew dikarin buroyên xwe vekin. Eger hestek welatparêzî li gel wan hebe, de bila kerem bikin bên maseya danûstandinê û bi hev re li hember êrîşan û planan bisekinin."

Di dawiya gotinên xwe de Ebîr Hesaf wiha got: "Em hêvî dikin ku tevgera siyasî ya Kurd ji berjewendiyên partiyetiyê yên teng dûr bikevin da ku li gorî pêvajoya heyî kar bikin."

(şx)

ANHA