Çeteyekî DAIŞ'ê: Bi rêya Tirkiyê dê komek çete derbasî Ewropayê bibe

Çeteyê DAIŞ‘ê yê bi navê Ebdulezîm Ratchout ku di pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tunekirina Terorê de xwe radestî QSD‘ê bû, agahî dan û diyar kir ku dê bi rêya Tirkiyê komek çeteyên taybet derbasî Ewropayê bibe.

Çeteyekî DAIŞ'ê: Bi rêya Tirkiyê dê komek çete derbasî Ewropayê bibe
16 ÇILE, 2019   07:49

ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tunekirina Terorê de ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve bi armanca rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê hatiye destpêkirin, di hefteya derbasbûyî de hin çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî QSD‘ê kir. Çeteyên ku xwe radestî kir, agahiyên girîng li ser rêbazê tevgera wan li Tirkiyê û çawa derbasî Sûriyê dibin, her wiha birêxistinbûyîna wan li Sûriyê û amadekariyên planan dan.

Ebû Umer El-Pakistanî; ji rêxistina tundraw a "Leşker Tayyîp" ji Keşmîrê ber bi DAIŞ’ê li Sûriyê ve

Ebdulezîm Ratchout Ehmed, di nava DAIŞ‘ê de bi navê Ebû Umer El-Pakistanî tê naskirin. El-Pakistanî sala 1999‘an de li bajarê Siyalkot ê Pakistanê di malbateke olperest de mezin dibe, li ser daxwaza bavê xwe li mizgeftan fêrî Quranê dibe. Di 13 saliya xwe de tev li rêxistina tundraw a “Leşker Tayyîp” a Pakistanî dibe. Ev rêxistin, di lîsteya terorê ya cîhanê de ye.

Ratchout salekê li eniya Keşmîrê li dijî artêşa Hindistanê, li herêmên bi nakok ên Keşmîrê şer kiriye, paşê dîsa vedigere Pakistanê. Li vir kesê bi navê Ebdulsetar nas dike, Ebdulsetar jî wî teşwîq dike ku biçe Sûriyê. Wê demê Xûtaya Şamê di çemberê de bû. Li ser vê yek Ratchout îqna dibe biçe Şamê.

Ji Îranê ber bi Tirkiyê ve... Toreyeke mezin a çeteyên DAIŞ‘ê bi rêya Stenbolê tê tevgerandin

Ehmed bi desteka Ebdulsetar sînorê Pakistan – Îranê derbas dike. Ratchout Ehmed dibêje ew bi têkiliya kesê bi navê Nezîr Ebû Abdullah ê li Stenbolê derbasî Tirkiyê bûye û wiha tîne ziman: “Dema ez gihaştim Stenbolê li gel malbateke Pakistanî çend rojan mam, dîsa ez bi Ebû Abdullah re ketim nava têkiliyan û ji beriya ku ez werim vir, min agahiyên rewşa xwe dan wî. Wî got ‘wê kesek te bibe’. Paşê ez birim garaca otobusan a li Stenbolê da ku min derbasî Rihayê bike. Ez gelek caran pê re axivîm û min cihê xwe jê re diyar kir. Erebeyek hat û ez birim eywaneke DAIŞ’ê. Kesên li wir hemû biyanî, ereb û yên ji welatên cuda yên Afrîkayê bûn. Tevger li wir pir hêdî bû. Her kes li bendê bû ku derbasî Sûriyê bibe. Gelek kesên biyanî di nava rêxistina DAIŞ’ê de hebûn.”

Ratchout diyar li Rihayê hebûnek pir mezin a DAIŞ’ê heye, bi toreyekê hatin birêxistinkirin û dema ew gihaşt Rihayê jî hate pêşwazîkirin.

Ratchout gotinên xwe wiha domandin: “Bi şev bû, kesek hat, li gel wî komek ji 20 heya 30 kesên din hebû. Ez birim û em derketin Sûriyê. Ji me re hemû rê vekirî bûn û derbasbûna me hêsan bû. Ji derbasbûna DAIŞ‘ê rê ewle bûn. Em di bihara 2015‘an de di aliyê Til Ebyedê (Girê Spî) de, derbasî Sûriyê bûn. Em li wir çûn eywaneke li Girê Spî. Wê demê temenê min 16 salî bû, cahil bûm, tiştên cuda li derdora min çêdibûn."

Ratchout wiha dibêje: "Me xwest li Sûriyê şer bikin, lê em neçar kirin biçin Iraqê, tiştek ji destê me dernediket, li ser vê yekê ez û komeke din me pelika serlêdanê dagirt û em çûn Mûsilê. Li wir em tev lîiperwerdeyeke olî û leşkerî kirin. Piştre ez birim baregeha Bîcî û tev li tabûra Tariq Bin Ziyad kirim. Me li Bîciyê şerê artêşa Iraqê kir. Di şerê me yê meha yekemîn de 27 endam bi bombebarana balafiran hatin kuştin, em 3 kes tenê filitîn. Ez birîndar bûm. Min xwest vegerim Sûriyê, piştî çend hewldanan ez birim Reqayê da ku di xebatên lojîstîkê de ji bo komeke ji Humis, Hema û paşê jî gundewarên Şamê bixebitim. "

Çete Ebdulezîm Ratchout Ehmed teqez kir ku di têkiliyên DAIŞ û Tirkiyê de nermbûnek heye û agahî da ku komek taybet ji kesên ewropî bi awayekî veşartî têne perwerdekirin da ku di demên pêş de vegerin Ewropayê û li wir tevgerê bikin. Ehmed wiha got: “Belê axaftin û agahî hene ku gelek kes vê dizanin. Ez bi xwe du kesan nas dikim, yek ji wan ji Pakistanê ye û yê din jî ewropî ye, lê nizanim ji kîjan welatî ye. Yê pakistanî ji min re got ev peywir li bargeheke taybet dane wî ku dê biçin Ewropayê û li wir tev bigerin. Cihê wa kesan taybet e û kes nikare pirsa wan bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çete Ratchout bi 4 kesên din re dema ku dixwest bi rêya koçberên ku ji herêmên di bin destê DAIŞ’ê de ne, ber bi cihên rizgarkirî ve biçin, hatibû erkdarkirin. 6’ê Çileya 2019’an li gundewarên Dêrazorê xwe radestî QSD’ê kir.

(bm)

ANHA