Kongreya PYD‘ê li navçeya Çelebiyê bi dawî bû

Xebatên roja 4‘emîn a Kongreya PYD‘ê li Kobanê bi hilbijartina rêveberên navçeya Çelebiyê qediya.

Kongreya PYD‘ê li navçeya Çelebiyê bi dawî bû
Kongreya PYD‘ê li navçeya Çelebiyê bi dawî bû
Kongreya PYD‘ê li navçeya Çelebiyê bi dawî bû
14 ÇILE, 2019   18:18

KOBANÊ

Bi beşdarbûnna 300 delegeyên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) xebatên roja 4‘emîn a Kongreya Yekemîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser asta Kantona Kobanê bi dirûşmeya "Bi vîn û rêxistinbûyînê em Efrîn rizgar bikin û Sûriyeke demokratîk ne navendî ava bikin " vê sibehê dest pê kiribû.

Kongre li navçeya Çelebiyê hat lidarxistin. Hola kongre bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansîz, Leyla Şaylamez û Fîdan Dogan, pankartên "Bi berxwedanê em destkeftiyan biparêzin û şoreşê mîsoger bikin, bi rihê berxwedanê em ê dagirkeriya Tirkiyê têk bibin, bi tolhildana şoreşgerî em dagirkeriya têk bibin û Rêber Apo azad bikin" hatibû xemilandin.

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen di kongre di axivî û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava li xakîngariyeke biçûk destpê kir lê di asta fikrî de bandoreke mezin di Rojhilata Navîn kir.

Şahoz Hesen got: "Pêwîste gelê herêmê li hemberî dagirkeriya ku hewl dide hevgirtin û projeya me ya demokratîk têk bibe bisekinin, ji ber ku parastina destkeftiyên şoreşê erka me ye."

Hesen her wiha destnîşan kir ku êrîşên têne kirin bi armanca qirkirina gelê Kurd li Rojhilata Navîn e û got: "Em xwediyê fikr û felsefeya ku banga azadiya gelan dikin e, em ê bi hevgirtin û berxwedana xwe planên dijber têk bibin."

Di kongrê de geleke axaftinên din hatin kirin, di axaftinan de soza têkoşînê heya rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran hate dayîn.

Her wiha peymanên pîrozbahiya kongrê hatin xwendin.

Paşê rapora salane ya xebatên partiyê li navçeya Çelebiyê hate xwendin û kêmasî û rêbazên çareserkirina hatin nîqaşkirin.

Beşdaran ji bo derbaskirina kêmasiyan pêşniyarên xwe anîn ziman û ji bo demên pêş planasî pêşkêşkirin. Di pêşniyaran de teqezî li ser xurtkirina perwerdeyê li gel endaman hate kirin.

Di dawiyê de 12 rêveberên partiyê li navçeya Çelebiyê hatin hilbijartin. Rêveberên nû sûnd xwarin.

Çalakiyên Kongre li asta kantona Kobanê heye niha li navçeyên Qenaya, Kobanê û Şêranê hatin lidarxistin . Tê payîn ku dê sibe xebatên partiyê li navçeya Sirînê were nirxandin.

ANHA