MSD‘ê banga parastina koçber û penaberên Sûriyê dike

MSD'ê bang li civaka navdewletî, rêxistinên mirovî, tevahiya dewletan û kesên xêrxwaz kir ku koçber û penaberên Sûriyê biparêzin.

MSD‘ê banga parastina koçber û penaberên Sûriyê dike
14 ÇILE, 2019   18:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) girêdayî rewşa koçber û penaberên Sûriyê îro daxuyanî da û bang li civaka navdewletî kir ku koçber û penaberên Sûriyê biparêzin.

Daxuyanî wiha ye:

'Gelê Sûriyê li hember zulm, zordarî û xwezaya dijwar ji serma, koçberbûn û birçîbûnê li berxwe dide, lê cîhan nikare rewşa gelê Sûriyê ya di vî warê de şîrove bike, berevajî vê cîhana derdorê bi paşguhkirina erkê xwe û bêdengiya xwe li hember çaranûsa penaberên Sûriy asta azar û êşên wan zêde dikin.

Wek MSD'ê em helwest û bertekên cîhanê cihê mixabiniyê dibînin. Di heman demê de bûreyên ku di nav kampan de rû didin şermezar dikin. Em bi azarên kesên temen mezin, zarok û jinan dihesin. Dema em zarokekî dibînin ku ji ber sermayê cemdiye yan jî dayikek dema ku nikare pêwîstiyên zarokên xwe peyda bike agir bi bedena wê dikeve dixe, em bi tehliyê dihesin.

Wekî erka me ya niştimanî Sûrî em bang li civaka navdewletî, rêxistinên mirovî, tevahiya dewletan û kesên xêrxwaz dikin ku koçber û penaberên Sûriyê ji zulm û tahliya azarên koçberbûn, birçîbûn û sermayê biparêzin.

Em ji aliyên berpirsyariya niştîmanî ya Sûriyê bikin. Her wiha em bang li wan dikin da ku têkîliyên xwe bi hemû aliyên ku doza koçber û penaberên Sûriyê wek kaxiza zextê li dijî ewlehî û aramiya welat û cîhanê bi kar tînin qut bikin.

Li gorî ewlehî û aramiya ku li herêmê hatiye bi destxistin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya zêdetirî du salan ve deriyên xwe vekir û koçberên Sûriyê bi desteka NY'yê pêşwazî kir. Kampên ku hatine avakirin hema bêje kedek herêmî ye û xweser e. Hîna jî mal û herêmên me ji bo vegera koçberan vekiriye. Li gorî derfetên heyî em ê êşa wan parve bikin û ewlehiyê ji wan re peyda bikin. Em hewl didin bi hemû aliyên têkildar re wê tiştî pêk bînin û azar û pirsgirêkên şêniyên xwe nas bikin û çareser bikin.'

(şx)

ANHA