Partiyên siyasî çalakiya mertala zindî ya Kobanê dewr girtin

Nûnerên partiyên siyasî yên kantona Kobanê çalakiya îro ya mertala zindî dewr girtin.

Partiyên siyasî çalakiya mertala zindî ya Kobanê dewr girtin
Partiyên siyasî çalakiya mertala zindî ya Kobanê dewr girtin
Partiyên siyasî çalakiya mertala zindî ya Kobanê dewr girtin
Partiyên siyasî çalakiya mertala zindî ya Kobanê dewr girtin
Partiyên siyasî çalakiya mertala zindî ya Kobanê dewr girtin
14 ÇILE, 2019   17:39

KOBANÊ

Konê çalakiya mertala zindî ya şêniyên kantona Kobanê ku li ser sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de hatiye veda didome.

Konê çalakiyê 17‘ê Kanûnê li gundê Qeremox ê dikeve rojhilatê bajarê Kobanê hatibû vedan û piştî demekê li navenda bajarê Kobanê hate veguhestin di roja 29‘an de didome.

Çalakiya îro ji aliyê siyasetmedarên Kobanê ve dewr hate girtin.

Çalakî bi deqeya rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Paşê Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê (PDKS) Gêlo Îsa  axivî û got: "Heger gel azadiya xwe bixwaze û ji bo wê têkoşînê bike wê teqez serkeftinê qezenc bike. Em ê ji bo daxwaz û armancên xwe têkoşînê dikin, li ser vî bingehî me gelek dever ji dagirkeran rizgar kirine. Armanca me rizgarkirin û avakirina Sûriyeke demokratîk û pirreng ku her kes mafê xwe bi dest bixe ye. "

Gêlo Îsa di dawiya axaftina xwe de got, berxwedana wan berdewam e ta armancên xwe bi dest bixin.

Nûnerê herêma Firatê yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Azad Oso jî di çalakiyê de axivî û ev tişt anî ziman: "Projeya me projeyeke demokratîk e, kombûna me li vir yekîtî û hevgirtina me diyar dike, em nahêlin tu kes warê me dagir bike, ji ber wê pêwîst e berxwedana me bi hêz dewam bike da ku armancên xwe pêk bînin."

Her wiha li ser li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fethî Mihemed axivî û destnîşan kir ku çalakiyên wan ên kon bi serdikeve û wiha got: " Em ê rûpelek nû vekirn û sernava wê bikin azadî . Me ked da ta ku em îro van encaman bi dest dixwin."

Çalakî dê sibe bi komeke nû dewam bike.

(şm/hk)

ANHA