Şêniyên Şedadê du şehîdên xwe oxir kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê cenazeyê şervanên QSD`ê Gernas û El-Egîdî spartin axê.

Şêniyên Şedadê du şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Şedadê du şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Şedadê du şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Şedadê du şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Şedadê du şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Şedadê du şehîdên xwe oxir kirin
14 ÇILE, 2019   16:56

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê cenazeyê şervanên QSD‘ê Ewad El-Delî (Gernas) û Mihemed Xelab (El-Egîdî) yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn ji navenad Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan berê xwe dane goristana şehîdan a navçeyê.

Kerwanê cenazeyê li goristanê ji aliyê sedan kesî ve bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" hate pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG‘ê ve dest pê kir. Paşê bi navê YPG‘ê fermandar Hisên Hemada sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Hemada anî ziman ku bi saya şehîdan bi hezaran sivîlên Dêrazorê ji pençên çeteyên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Nacî Nicûm axivî û teqez kir ku wekî malbatên şehîdan ew amade ne berdêlên mezin bidin da herêmên di bin dagirkirina çeteyan de mane rizgar bikin.

Nasnameyên şehîdan ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ve Selman El-Nasir ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel cenazeyê herdu cangoriyan li gel berzikirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(dh)

ANHA