‘Em ji bo rewşa Leyla Guven di nav hewldanan de ne’

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma got ew ji bo rewşa Leyla Guven, bi gelek rêxistinên mafên mirovan re ketine nava têkiliyan. Her wiha destnîşan kir ku xwestekên Leyla Guven rewa ne û divê dewleta Tirk xwestekên wê pêk bîne.

‘Em ji bo rewşa Leyla Guven di nav hewldanan de ne’
14 ÇILE, 2019   10:45

SILAVA ABDULREHMAN / QAMIŞLO

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP`ê ya Culemergê Leyla Guven ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 67 roj e di greva birçîbûnê de ye.

Rewşa Leyla Guven a tenduristî roj bi roj ber bi xirabûnê ve diçe. Di demên dawî de nikare hevdîtinê bi parêzerên xwe re pêk bîne. Di vê çarçoveyê de hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan Herêma Cizîrê Evîn Cûma destnîşan kir ku ew ji bo rewşa Leyla Guven bi gelek rêxistinên mafên mirovan re ketine nava têkiliyan û gelek binpêkirinên dewleta Tirk li dijî girtiyên siyasî belge kirin.

Evîn diyar kir ku helwesta dewleta Tirk li dijî Leyla Guven zagonên navdewletî binpê dike, xwestekên Leyla Guven rewa ne û wiha got: “Hemû gelê Kurd banga xwestekên wê dike û di zagonên navdewletî de mafê girtiyên siyasî têne parastin.”

Evîn destnîşan kir ku der barê binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî de wan rapor ji rêxistinên mafên mirovan û Heyva Sor a navneteweyî re şandine.

Evîn got wan ji bo rewşa tenduristî ya Leyla Guven bi rêxistinên tenduristiyê û mirovî re di nava têkiliyan de ne.

Evîn Cûma di dawiya axaftinên xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku xwestekên Leyla Guven pêk bînin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakin.

(bx/bm)

ANHA