Li Minbicê dewriyeyên hevpar didomin

Dewriyeyên hevpar di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî li aliyekî, li aliyê din jî dewriyeyên Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê û hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê jî li ser sînorê di navbera çeteyên dagirkeriya Tirkiyê û hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li bakur û rojavayê Minbicê didomin.

Li Minbicê dewriyeyên hevpar didomin
14 ÇILE, 2019   11:11

MINBIC

Piştî gefên dewleta Tirk ên li dijî bajarê Minbicê, noqteya hevpar di navbera hêzên Rûsya û hêzên rejîmê û hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de ji nû ve hatin aktîfkirin, piştî ku YPG`ê daxuyaniyek da û xwest hêzên rejîmê parastina ewlekariya sînorê Minbicê bikin, hêzên rejîmê hêzên xwe li herêmê zêde kirin.

Di vê çarçoveyê de dewriyeyên leşkerî yên hevpar di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên koalîsyonê de li aliyekî û dewriyeyên hevpar di navbera Meclisa Leşkerî ya Babê û Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê li aliyekî din, dewam dikin. Dewriyeyên Koalîsyona Navneteweyî rewşa li aliyê bakurê bajarê Minbicê dişopînin û dewriyeyên Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê li aliyê rojavayê bajêr di nava gundên rojhilatê Babê de dewam dikin.

Dewriyeyên hevpar di navbera Meclisa Leşkerî ya Babê û Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê di nava gundên rojhilatê bajarê Babê de derketin. Dewriye ji 3 wesayîtên leşkerî ku ala Rûsyayê li ser, bi wesayîtên Meclisa Leşkerî ya Babê re ku wan jî ala xwe hildabû, ji seat 10:00’ê sibehê ji bajarokê El-Erêma heta gundê Kor Hîyok bi Kawkelî, Cib Mexzûm û El-Têhiyê meşiyan.

Li aliyê bakurê bajarê Minbicê di seat di 09:00’ê sibehê de dewriyeyên Koalîsyona Navneteweyî ji qada xwe li gundê Iwseclî yê başûrê rojavayê Minbicê derketin û ber bi sînorê bakurê bajarê Minbicê ve çûn, dewriye di kolanên bajêr re ber bi noqteyên çavdêriyê li aliyê bakurê bajêr heta rêya Cerablusê û gundê Ereb Hesen ve çû.

Her du dewriye hîna di nava gundên ku Meclisa Leşkerî yên Minbicê û ya Babê diparêzin de digerin, ew gund Un El-Dadatm El-Şêx Yehya, Ereb Hesen, El-Farat û El-Esliyê ne.

Armanca van dewriyeyan şopandina ewlehî û îstîqrara li wan sînoran e ku meclisên leşkerî yên Minbic û Babê diparêzin, ev yek jî noqteya di navbera wan û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê de ne.

Li gorî ku şêniyên li wan gundên dewriye lê digerin, dibêjin ku ev dewriye di êvarê de radiwestin, lê çavdêriya herêmê di aliyê ezmanî de bi rêya balafirên keşfê tê kirin.

(jo/bm)

ANHA