Şanoya dîroka Minbicê tê amadekirin

Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê şanoyeke dîrokî bi navê ‘Destana El-Hîro Polîs a pîroz’ ku hevgirtina gelan û pênasekirina dîroka Minbicê ya li dijî êrîşkaran dike mijara xwe, amade dike. Şano dîroka Minbicê ya 2 hezar salî vedibêje.

Şanoya dîroka Minbicê tê amadekirin
Şanoya dîroka Minbicê tê amadekirin
Şanoya dîroka Minbicê tê amadekirin
Şanoya dîroka Minbicê tê amadekirin
Şanoya dîroka Minbicê tê amadekirin
Şanoya dîroka Minbicê tê amadekirin
14 ÇILE, 2019   10:05

SELWA EBDULREHMAN - ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê dest bi amadekirina şanoyeke dîrokî bi navê 'Destana El-Hîro Polîs a pîroz' kir. Şano qala dîroka bajarê Minbicê ya 2 hezar salî heta bigihîje dewleta El-Hemedanî di serdema hikmê Seyf El-Dewle El-Hemedanî de ya Helebê dike. Di wê demê de Seyf El-Dewla El-Hemedanî kurê Minbicê helbestê Ebû Fîras El-Hemdanî wek emîrê Minbicê erkdar dike.

Xebata dîroka şaristanî ya Minbicê, cihêrengiya pêkhateyên Minbicê ji berê ve, giyana biratiya gelan û hevgirtina gelên bajêr li hember êrîşên ku rastî bajêr hatine vedibêje. Her wiha di şanoyê de hindek şerên şêniyên Minbicê li dijî Rûm û gelek şaristaniyê din bi bîr dixe. Armanca şanoyê ew e ku girîngiya yekgirtina gelên herêmê li hember gefan û planên metîngeriyê ji şêniyan re şîrove bike. Her wiha ji bo şênî sûd ji dîroka bav û kalanên xwe di hevgirtinê de ji bo bidestxistina destkeftiyan bigirin.

Hejmara lîstokvanên şanoyê 50 lîstokvanan derbas dike û temenên wan di navbera 7 heya 45 saliyê de ne. Piraniya beşdaran ji Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, Ciwan, Yekitiya Werzîş û Mamoste ne.

Piştî temamkirina pêdiviyên şanoyê ji dekor, cil û amûrên pêwîst, endaman dest bi projeyan kirin.

Girêdayî mijarê cîgira Komîteya Çand û Hunerê Zor Ishaq ji ajansa me Hawarê re axivî û wiha got: "Ruxmî şert û mercên ku bajar tê re derbas dibe, me însiyatîf girt û me dest bi amadekirina vê xebatê kir. Armanca me ew e ku em şêniyan bi dîroka Minbicê ya kevnar û yekitiya gelên herêmê ji hezaran salan ve li hember êrîş û gefan, parastina bajarê xwe kirine, bi bîr bixin."

Zor destnîşan kir ku gerînendeya şanogehan a Komîteya Çand û Hunerê ji du mehan ve dest bi amadekirina xebata bi navê Destana Hîro Polîs a Pîroz kiriye. Her wiha tê payîn ku amadekarî 3 mehên din bidome.

Zor da zanîn ku şano tenê dê carekê bê pêşandan û dema wê derdora saetek û nîv e.

Derhênerê şanoyê Ehmed Şihazê jî wiha got: "Ev xebateke mezin û dîrokî ye. Lîstikvanên wê bi temenên cuda ne. Şano qala dîroka Minbicê û di dirêjahiya dîrokê de, hevgirtina şêniyên wê li hember êrîşan dike. Em bi hêvî ne ku ev xebat bi ser bikeve û ji bo pêşxistina şanoyê li Minbicê bibe bingehek.”

(şx/bm)

ANHA