'Têkoşîna Ocalan ji bo hemû gelan e’

Pêkhateyên herêma Efrînê destnîşan kir ku armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku ji hêla dewletên kapîtalîst ve hatiye ferzkirin, têkbirina projeya demokratîk e û wiha got: "Têkoşîna Ocalan ji bo hemû gelan e.”

'Têkoşîna Ocalan ji bo hemû gelan e’
14 ÇILE, 2019   09:55

CAFER CAFO - XANDÎ ELO / ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Dewleta Tirk hewl dide bi tecrîda li ser Ocalan, vîna gelê Kurd bişikîne û projeyên demokratîk ên ku berhema Ocalan in, têk bibe. Ji ber ku Tirkiye wan projeyan ji pêşeroja pergala xwe ya faşîst re xeter dibîne.

Girêdayî mijarê pêkhateyên herêma Efrînê destnîşan kir ku bi saya fikra Ocalan jiyana hevpar û biratiya gelan di navbera pêkhateyên herêmê de bi pêş ketiye û bi rêya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi cih anîne.

Şêniyê bi navê Cemîl Xerîb ku ji pêkhateya Ermen e û li kantona Şehbayê dijî, diyar kir ku ew wek pêkhateya Ermen bi pêkhateyên din re wek bira dijîn û wiha got: “Ji berê ve di nav me de hezkirin belav bûbû. Bi naskirina fikra Ocalan re ev têkiliyên dilxwaziyê zêde bûn û hizra jiyana hevpar bi pêş ket."

Xerîb destnîşan kir ku wî di 15 saliya xwe de fikrên Ocalan nas kirine. Girêdayî wê ev tişt anî ziman: "Min fehm kir ku ew ji bo tevahiya gelên bindest tê dikoşe û cudahiyê naxe navbera kesekî. Ji ber wê hêviyên me bi azadiyê, jiyana birûmet û demokratîk zêde bûn."

‘Me bi saya fikrên Ocalan mafên xwe bi dest xistin’

Samêr El- Ezaz ku ji pêkhateya Ereb e û li kantona Şehbayê dijî jî wiha axivî: “Me bi saya belavbûna fikra Ocalan mafên xwe bi dest xistine, Fikra neteweya demokratîk mafên hemû pêkhateyên herêmê ji aliyên çandî, ziman û dîrokê ve mîsoger dike. Ji ber wê piştî qewirandina çeteyên DAIŞ'ê ji herêmê û hatina Artêşa Şoreşgeran û Cebhet El-Ekrad, me xwe di nav komîte û saziyan de birêxistin kir. Me fikra neteweya demokratîk a Ocalan nas kir. Bi vê yekê me hemû mafên xwe bi dest xistin û êdî tu cudahî li ser bingeha nîjadî nema."

Grêdayî heman mijarê Yûsif Ebdulezîz ê ji pêkhateya Kurd jî got ku armanca tecrîdkirinê ew e ku rê li ber belavbûna fikra demokratîk were girtin û wiha domand: "Dewletên kapîtalîst ji tecrîdkirina Ocalan armanc dikin ku rê li ber belavbûna fikra neteweya demokratîk di nav gelan de bigirin. Ew şikandina vîna gelan armanc dikin û dixwazin ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê fikra Ocalan li ber îdeolojiya wan bû bend. Ji ber wê heta niha tecrîdkirin berdewam e."

Ebdulezîz di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bi têkoşîn û xwedîderketina li fikra Ocalan, dê rê li ber rûniştandina fikrên kapîtalîzmê bê girtin. Ebdulezîz destnîşan kir ku wan bi saya fikrên Ocalan siyasetên pişaftinê nas kirine û ji bo belavkirina demokrasî û azadiyê dê şopdarên rêya Ocalan bin.

(şx/bm)

ANHA