Mijarên rojnameyên Erebî yên îro

Alîkarê wezîrê karên derve yê rejîma Sûriyê xwest hevdîtinên bi rêveberiya Bakurê Sûriyê re geştir bibin. Wezîrê karên derve yê Îranê jî piştî serdana Pompeo berê xwe da Iraqê. Îran hewl dide helwesta Iraqê der barê cezayên Amerîkayê de nerm be.

Mijarên rojnameyên Erebî yên îro
14 ÇILE, 2019   09:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa hevdîtinên di navbera rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê de tên kirin, her wiha rexneyên hin hunermendên Sûriyê li dijî rejîmê, agirbesta li Yemenê, protestoyên Sûdan û Fransayê û gera Mayi Bomeyo li Rojhilata Navîn jî kir.

Şerq El-Ewset: berpirsekî Sûriyê: em hewl didin hevdîtina bi Kurdan re geş bikin

Di mijara Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewset der barê daxuyaniyên cîgirê wezîrê karên derve yê rêjîma Sûriyê de wiha nivîsî: “Alîkarê wezîrê karên derve yê rêjîma Sûriyê Eymen Sûsan got hikûmet dixwaze hevdîtinên bi Kurdan re geş bike da ku bigihîjin çareseriyeke siyasî.”

Sûsan wiha dewam kir: "Em bawer in ku bi diyalogê dê hin xwestekên Kurdan çareser bibin, ev hevdîtin dê van daxwazan pêk bînin, li ser bingeha yekitiya axa Sûriyê.”

El-Quds El-Erebî: Hunermend û rojnamevanên Sûriyê yên alîgirên rejîmê desthilatdariyê rexne dikin

Dîsa di mijara Sûriyê de rojnameya El-Quds El-Erebî wiha got: “Hin dijberên Sûriyê got şoreşeke bêdeng bi pêşengiya hin hunermend û rojnamevanên ku ne reş ne spî ne, li Sûriyê bi pêş dikeve, ev kes piştî ku li dijî komkujiyan û koçberiyê bê deng bûn, niha awayên rêveberina welêt rexne dikin. Lê hin kes dibêjin dengê van kesan dengekî ne xweş e û ji aliyê îstixbaratê ve hatine tevdan.”

El-Heyat: Ocalan li zindanê bi birayê xwe re hevdîtin kir

Der barê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: “Desthilatdariya Tirkiyê rê da ku serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê ya nêzî Stenbolê bi birayê we re hevdîtinê bike. Ev hevdîtin piştî ku perlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) li dijî rewşa girtina Ocalan ketibû greva birçîbûnê, pêk hat. HDP`ê diyar kir ku nêzî 150 girtiyên siyasî li dijî mercên girtina Ocalan li gelek zindanên Tirkiyê greva birçîbûnê dewam dikin.”

El-Ereb: Lûtkeya Urdun û Misrê dê mijara NATO`ya Ereban li dijî Îranê binirxîne

Rojnameya El-Ereb der barê serdana serokê Misrê bo Urdunê de wiha nivîsand: “Serdana serokê Misrê Ebdilfetah El-Sîsî bo Urdunê xwedî girîngiyeke awarte ye. Bi taybet piştî gera wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ya li Rojhilata Navîn pêk hat.

Derdorên siyasî dibêjin ku ev serdan dê mijara hewldanên Amerîkayê yên avakirina hevbendiyekê (NATO`ya erebî) li herêmê binirxîne, li dijî Îran û DAIŞ’ê.”

Şerq El-Ewset: Hûsiyan hewl da şandeya hikûmeta Yemenê bikujin

Di mijara Yemenê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: “Hikûmeta Yemenê, Hûsî di mijara hewldana kuştina şandeyê hikûmetê yê hevdîtinên Komîteya Jinûveavakirinê de tawanbar kirin. Wezîrê ragihandinê yê Yemenê Miemer El-Eryanî got hêzên artêşê bi alîkariya koalîsyonê hewldaneke terorê ya Hûsiyan bi armanca kuştina şandeya hikûmetê têk bir, ev hewldan bi armanca têkbirina lihevhatina Siwêdê pêk hat da ku hewldanên navdewletî yên çareseriyê têk biçin.”

El-Heyat: Çalakiyên protestoyê gihîştin Darfûrê û polês bi gazê bersivê dide

Di mijara protestoyên li Sûdanê de rojnemeya El-Heyat wiha got: “Qada protestoyên li dijî hikûmeta Sûdanê fireh dibe û gihîşte Darfûrê. Polêsan jî ji bo belavkirina xwepêşandêrên li Xertûmê gaza çavan bi kar anî. Ji dema ku protestoyên li Sûdanê di 19`ê Berfanbara 2018`an ve rû didin, xwepêşandanên li Darfûrê cara yekemîn pêk tên. Ev xwepêşandanên ku li gelek deverên welêt belav bûn, gefa herî mezin e li dijî serokê Sûdanê Umer El-Beşîr. Li gorî hin şahidan li paytext Xertûmê hin xwepêşander derketin kolana Behrî ya paytextê û sloganên “Azadî, aştî, edalet” berz kirin, paşê polêsan gaza çavan bi kar anî û ew belav kirin.”

El-Ereb: Zerîf li Bexdayê ye da ku bizane ka Pompeo çi li şûna xwe hişt

Di mijara Îranê de ronameya El-Ereb ev tişt nivîsandin : “Îraniyan pir sebir nekir, wezîrê xwe rêkir Bexdayê, piştî ku dîtin serokê dîplomasiya Amerîkayê Mike Pompeo li ofîsên berpirsyarên Iraqê digere û behsa girîngiya pêkanîna cezayên li dijî Îranê dike. Berpirsê Îranê roja yekşemê gihîşt Bexdayê û dê serdana wî 5 rojan dewam bike. Li gorî çavkaniyên ku ji El-Ereb re axivîne, dê Îran hewl bide helwesta Iraqê li hember cezayên Amerîkayê nerm bin.”

El-Heyat: Pompeo gihîşt Riyadê û behsa “yekitiya welatên Kendavê” dike

Der barê serdana wezîrê karên derve yê Amerîkayê bo welatên Rojhilata Navîn rojnameya El-Heyat wiha nivîsî: “Di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de ku beriya çend rojan dest pê kir, duh êvarê (Yekşemê) wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo gihîşt Riyadê. Wezîrê dewletê yê karûbarên derve endamê hikûmetê Adil El-Cubêr û balyozê Riyadê yê li Washingtonê Xalid bîn Selman pêşwaziyê wezîrê Amerîkayê kir. Tê payîn ku wezîr îro bi rêveberiya Siûdiyê re bicive. Pompeo duh di serdana xwe ya Qeterê de behsa yekitiya ‘meclisa hevkariyê ya Kendavê’ kir û got ku ev yekitî ji bo hevbendiyeke stratejîk li Rojhilata Navîn girîng e.”

Şerq El-Ewset: Ji bo vemirandina protestoyan Macron kampanyaya “gotûbêja neteweyî” dest pê kir

Di mijara protestoyên li Fransayê de rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: “Serokê Fransayê Macron bi hêviya ku bikare protestoyên Êlekzeran li Fransyê vemirîne, dest bi kampanyaya “gotûbêja neteweyî” kir ku dê sê mehan dewam bike. Macron ji gelê Fransayê re nameyek nivîsî û soz da nêrînên nû binirxîne, her wiha da zanîn ku ew ê programa xwe ya reformên aborî jî dewam bike. Ev hewldana Macron piştî 9 mehên protestoyên Êlekzeran pêk hat.”

(k)