Kongreya Star mohra xwe li berxwedanê da

Dema ku komên çete êrîşî Helebê kir, jinên taxa Şêxmeqsûd di eniyên şer de li kêleka zarokên xwe, bi rêxistin û berxwedanê mohra xwe li berxwedana taxê da. Jinên ku fikr û felsefeya Ocalan ji xwe re kir bingeh, bûn mînakeke zindî ji dîroka jinan re.

Kongreya Star mohra xwe li berxwedanê da
Kongreya Star mohra xwe li berxwedanê da
Kongreya Star mohra xwe li berxwedanê da
Kongreya Star mohra xwe li berxwedanê da
Kongreya Star mohra xwe li berxwedanê da
Kongreya Star mohra xwe li berxwedanê da
Kongreya Star mohra xwe li berxwedanê da
14 ÇILE, 2019   09:13

ROZANA DADO / HELEB

Di şoreşa Rojava de jinan cihê xwe di birêxistinkirin û parastinê de girt. Jinan, fikr û felsefeya Ocalan ji xwe re kir bingeh û mohra xwe li berxwedanê da. Berxwedana jinên Rojava li tevahiya cîhanê deng veda.

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî ji bo birêxistinkirina xwe gavên cidî avêtin. Destpêkê Mala Jinan û komîteyên girêdayî wê vekirin, bi rêya dewreyên perwerdeyê dîroka jinan û girîngiya wê bi jinan dan nasîn. Komîn û meclisên taybet ava kirin. Bi van gavan gelek destkeftî bi dest xistin û xwe di warên rêxistinî û civakî de bi pêş xistin.

Jinên taxê bi berxwedaneke mezin li hember êrîşên li dijî taxê sekinînin

Di êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de li ser taxa Şêxmeqsûd ên di 16'ê Sibata 2016'an de, jinan roleke mezin lîst.

Piştî ku çeteyan li dijî şêniyên taxê şer da destpêkirin, endamên Kongreya Star cihê xwe di berxwedana taxê de girt û di berxwedana taxê de roleke pêşeng lîst.

Dayikên endamên kongreyê, karê çêkirina xwarinê  girt ser xwe û komîteyek ji 2 endamên rêveber ava kir. Di wê demê de 50 dayik li mitbexa ku gelek caran rastî topbaranê hat dixebitîn û heta dawiya şer, rojane 3 danên xwarinê ji şervanan re amade dikirin û heta dawiyê li ber xwe da.

Her wiha komîteyên din ji 5 endamên jin hatin avakirin û erka wan ew bû ku jêrzemînan paqij bikin da ku şênî xwe lê biparêzin û dema êrîş dijwar bibin pêdiviyên pêwîst peyda bikin.

Her wiha kongreyê piştî bangewaziya kadroya tenduristiyê, komîteyek ji bo peydakirina pêdiviyên birîndaran û di rewşên awerte de alîkariya wan bikin, ava kir.

Erka kongreyê ne tenê ev bû, di heman demê de endamên kongreyê erka parastina taxê li rex şervanên YPJ'ê hilgirt ser xwe û berxwedaneke dîrokî nîşan da. Jinan tugayeke taybet ava kir û vê yekê bandor li jinên taxê kir.

Şehîdên jin ên Kongreya Star

Gulê Selmo yekemîn şehîda ku bi destê dijminên jinan şehîd dikeve. Gulê ji destpêkirina avakirina yekitiyê di 5’ê Çileya 2005'an û destpêka 2012'an ve endama Meclisa Gel bû.

Têkoşer Fatme Hecî li ser şopan Gulê Selmo meşiya û roleke mezin di berxwedana taxa Şêxmeqsûd de lîst. Fatme di berxwedana ser sînor de bi guleya artêşa Tirk a dagirker şehîd bû.

Kongreya Star xebatên berfireh kirin

Ji ber firehbûna kar, da ku hemû jinan ji tevahiya pêkhateyan vehewîne, Yekitiya Star veguherî Kongreya Star û ji nû ve saziyên xwe aktîf kirin. Komîteyên tenduristî, perwerde, parastin, lihevanîn, têkiliyên dîplomasî û aborî ava kirin.

Jinên taxê li ser xeta Gulê Selmo ji rojavayê taxê û Şehîd Şîlan Kobanê ji rojhilatê taxê di nav 24 komînên taybet de xwe bi rêxistin kirin.

Girêdayî xebatên komîteyan, Komîteya Perwerdeyê bi awayekî berbiçav bi pêş ket û akademiyek ji bo vekirina dewreyên perwerdeyê bi awayekî asayî ava kir. Tevî wê jî endamên jin ên ku di saziyan de dixebitin hefteyê carekê tên perwerdekirin.

Komîteya aborî, komîteyê ji bo pêşxistina aboriya jinan û da ku jin karibin xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin, gelek projeyên biçûk di nav taxê de vekirin, mîna dikana şêranî, dikana ristina rîs, mala mûnê, çêkirina madeyên paqijiyê û firotina wan.

Girêdayî rola jinan di berxwedana taxê de û birêxistinkirina wê, endama rêveber a Kongreya Star Sîham Bîlal ev tişt anî ziman: "Ji destpêka Şoreşa Rojava ve jinên taxê, şopdarên fikr û felsefeya Ocalan in."

Sîham destnîşan kir ku jin bi rêya birêxistinkirin û perwerdeyên ku di komeleya jinan de dîtine, baweriya xwe ji nû ve bi xwe anîn. Gelek jinên endamên Hêzên Parastina Civakî bi dilxwazî piştgiriya YPJ'ê kirin.

Endama rêveber a Kongreya Star Sîham Bîlal, 14’emîn salvegera damezirandina Kongreya Star li jinên herêmê û jinên Rojava û Rojhilata Navîn pîroz kir. Sîham soza bilindkirina asta têkoşînê da û wiha got: “Heta ku tevahiya jin qeydên ku azadiya wan sînordar dikin bişikînin, dê ew piştgiriya jinên têkoşer û berxwedêr bikin.”

(şx/bm)

ANHA