Eşîrên Tebqayê desteka xwe ji QSD`ê re diyar kir

Eşîr û qebîleyên herêma Tebqayê teqez kir ku ew ê heta dawiyê li dijî hemû êrîş û komployên li dijî ewlehiya herêmê destekê bidin hêzên QSD`ê û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Eşîrên Tebqayê desteka xwe ji QSD`ê re diyar kir
Eşîrên Tebqayê desteka xwe ji QSD`ê re diyar kir
10 ÇILE, 2019   13:34

TEBQA

Eşîr û qebîleyên herêma Tebqayê bi daxuyaniyekê bang Ii civaka navdewletî kir ku erka xwe pêk bînin û dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê re bi dawî bikin. Her wiha destekdayîna xwe ji diyalogên Sûrî-Sûrî re diyar kirin.

Daxuyanî ji aliyê yek ji şêxên qebîleya El-Welda, Şêx Abdulletîf El-Ferec li navenda Meclisa Lihevanînê li bajarokê El-Mensûra ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku ew ê heta dawiyê ji bo herêmê ji terorîstan rizgar bikin, destekê bidin hêzên QSD`ê, her wiha diyar kir ku ew ji wan kesên di demên dawîn de daxuyanî dan ku nûnertiya êlên herêmên dikin, ew kes tenê nûnertiya xwe dikin, tu carî derfet nadin tu kesî ku berjewendiyên xwe li ser welatparêziya wan û hezkirina welat pêk bînin.

Eşîre û qebîleyan di daxuyaniya xwe de got welat ê her kesî ye, her kes ji welatê xwe hez dike û dê heta dawiyê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo parastina axa welatê xwe qurbaniyan bidin. Her wiha dagirkirina xaka Sûriyê bi taybet ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate şermezarkirin.

Bang li civaka navdewletî hate kirin ku erka xwe pêk bîne û dagirkirina xaka Sûriyê ji aliyê dagirkeran ve bisekinîne û bihêle ku dagirker ji hemû xakên ku dagir kirine, vekişin.

Eşîr û qebîleyan teqez kir ku ew destekê didin diyalogên Sûrî-Sûrî û çareseriya siyasî ku mafê her kesî bê ferq û cudatî mîsoger dike.

Di dawiyê de şêx û rûspiyên êlan destnîşan kir ku hemû daxuyaniyên ku di demên dawîn de ji aliyê hindek kesan ve hatin dayîn, nûnertiya eşîrên herêmê nake û ew daxuyanî tenê di çarçoveya Meclisa Lihevanînê ya eşîran de ye.

(bx)

ANHA