Polîsên Tirk êrîşî meşa li ber deriyê zindanê kirin-HATE NÛKIRIN

Parlementerên HDP’ê û gel xwestin bimeşin ber bi girtîgeha ku Leyla Guven tê de ye.

Polîsên Tirk êrîşî meşa li ber deriyê zindanê kirin-HATE NÛKIRIN
10 ÇILE, 2019   13:23

NAVENAD NÛÇEYAN

Parlementerên HDP’ê Salîha Aydenîz, Semra Guzel û Mûsa Farisogûllari û girseya bi wan re ji avahiya bajêr a HDP’ê ya Amedê xwestin bimeşin Girtîgeha Tîpa E’yê ya Amedê ya ku Leyla Guven tê de 64 roj in greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger didomîne.

Di meşê de sloganên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’, ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne’ hate berzkirin. Girseyê dema ku xwest li pêşiya girtîgehê daxuyaniyê bide, polîsan ew asteng kirin. Ligel ku hate astengkirin jî  parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel daxuyaniyeke kurt da.

Semra Guzel di daxuyaniya kurt de got ku, “Em îro ji ber daxwaza gelê xwe hatin. Lê hatina me hate astengkirin. Em ê bimeşin ber girtîgehê û heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî daxuyaniya Semra Guzel, girse bi çepik û sloganan ji ber girtîgehê veqetiyan.